Aborîzan Yahya M. Madra li ser aboriya Tirkiyeyê û tesîra aboriya şer li serê ji rojnamevan Zulkuf Kurt re peyivî û got, li pêşiya Tirkiyeyê rêya IMF û aboriya neoliberal a disîplîna malî li aliyekî û li aliyê din jî bipêşxistina alternatîfa pirrcûre bipêşxistina aboriyê heye, lê Tirkiye wê herduyan jî bi ser nexe. Li ser pirsa ka tesîreke çawa wê mesrefên şer li aboriya Tirkiyeyê bike, Madra got, du rê li ber Tirkiyeyê hene, yan wê disîplîna neolîberal a malî ya IMF´yî qebûl bike û ji xwe kêm bike û vê jî tevî wê yan jî bi serê xwe bike, yan jî bi pêşengiya dewletê “pêşveçûna fediyokî” bide ber xwe: “Di rêya yekem de divê dev ji jêkêmkirin û rexneyên li Bankeya Navendî bê berdan, meydaneke lê bibeze jê re bê vekirin. Gelo ev dikare bê kirin? Niha li pêşiya me hilbijartinên herêmî hene li Tirkiyeyê, krîzeke deyndarbûnê ya evqasî mezin xwe pêçaye li hilberîn û berxwuriyê, di vê rewşê de ez bawer nakim mirov karibe disîplîne budceyê bi ser bixe.” Ya rastî Madran ê ku niha li zanîngeha Drew a New Jersey a li DYE´yê dersan dide, difikire ku Tirkiye wê herdu rêyên muhtemel jî nede berxwe û di ya berê de israr bike.
Gelo dewleta Tirk dikare rêya duyem bide ber xwe? Li gorî aborîzan Yahya M. Madra, “Îhtîmala rejîmeke xwe disipêre modelên cihê yên bipêşketinê jî bi ya min gelekî kêm e. Serê pêşî, kadroyê li dora Erdoganî ne ji bo vê bike bi gurçûpêç e, ne jî texeyuleke wan a bi vî rengî heye. Dema ku em guh bidin gotinên Yigit Bulut ên di TRT’ê de em vê dibihîsin: Tirkiye qaşo ji bo veberhênanên navneteweyî gelekî guncaw e; veberhêner bila nexasim xwe bigirin li sektorên eskerî, ewlekariya sayber, nivîskariya elektronîk û bankevaniyê… Balkêş e ku binesazî û avahîsazî ji nava sektoran derxistine. Diyar e ku hikûmet jî dizane ku di vê sektorê de gihiştine sînorê herî dawî. Ev rejîmeke çawa ye? Rejîma tê terîfkirin, fînansîbûn û çekdarîbûn daniye navenda xwe ku tê de pîşesaziya eskerî lokomotîf e û xwe disipêre sektorên nivîskariya elektronîk û telekomunîkasyonê. Ew dibêjin, em ê di pîşessaziya eskerî de bikevin nava dehên sereke yên li dinyayê; bi vê jî îşaret pê dikin ku ew ê tevahiya pirsgirêkên din ên civakî bi helwêstên ewlkarîparêz binirxînin ango, ew dibêjin em ê bêçareseriyê ji nû ve hilberînin. Ez li vir modeleke alternatîf a bipêşketina aborî nabînin, ya ez dibînim ew e ku hewl didin, modela berê ya neteweperestiya şirket-dewletê ya xwe disipêre fînansîbûnê, ji nû ve vejînin.”
NAVENDA NÛÇEYAN