Ji bo zarokên Silêmaniyê û Wargeha Aştî, doh pêşangeheke hunerê zarokan hate vekirin. Zarokan bi hunerê xwe kesên serdana pêşangehê kir, matmayî hiştin.

Li Mûzexaneya Emnesûreke ya Silêmaniyê pêşangeheke hunerî doh ji bo 554 zarokan hat vekirin ku ev zarok jî yên li rêxistinên Zarokparêzên Kurdistanê, Navenda Rewşenbîrî ya Sera, Navenda Perwerdehî, Fêrgeha Şehîd Cebar a bi mînak, dibistaneke dayikê û Wargeha Aştî ya Erbetê ne. Pêşangeh heta saet 20:00’an wê vekirî be.

Ji 554 zarokan sed zarok ji Wargeha Aştî ya li Erbetê bûn. Di pêşangehê de hezar û 203 berhemên zarokan hatin pêşkêşkirin.

Zarokên beşdarî pêşangehê bûne, temenê wan di navbera 4 û 14 salî de ye. Berhemên wan ji seramîk, ciwankariya nava malê, tablo, tabloyên xwezayî û çêkirina berhemên karê destan ên weke ristinê, pêk dihat. wekî din hemû berhem rengkirî bûn.

Ji ber hunerê zarokan a di vî temenî de kesên serdana pêşangehê dikin, matmayî diman.

SILÊMANÎ