‘Derbarê helbestê de, bi helbesteke nip î nû em dikarin tiştinan bibêjin; ne bi nivîsên derbarê helbestê’*
Şair wisa gotibe jî, derbarê helbestê de her helbestkarî li gorî ferseta xwe ya helbestî, li ser têgeha helbestê hizr û nêrînê xwe gotine, nivîsîne.
Helbesta ku bi kîjan zimanî were nivîsîn, dîsa jî dê helbest be, ew di her zimanî de nikare bêyî deng be, bêyî serwa be.
Ji demên herî kevnar di stiranên gelerî de, di helbesta klasîk a ku piştî hezarên salan xwe bi me dide xwendin û hezkirin…û di a nûjen, a ku ‘qeyd û merbedên di dest û piyên ristê’ de şikandin de deng û serwa, piştî Destana İlyada û Gilgamiş bi hezarên salan hê jî du hemanên bingehîn û jêneger ên helbestê ne.
Heke em bi riya şibandinê vê taybetmendiyê rave bikin, em dikarin bibêjin, ‘ kirasê bûkaniya helbestê be deng, serwa ‘tacegula’ li serê helbestê ye.
Bêyî ku em newayê(reqsa peyvan) û hevahengiya di navbera dengê peyvê de jibîr bikin, divê ku em bahsa hêmayê jî bikin, da ku helbest ne bê ‘kiras’, ne bê ‘tacegul’ be… û ne jî kavileke ji peyvên şût û rût û tazî be…
Ji ber ku peyvên rût û tazî ti caran nebûne û dê nebin helbest, xasma di helbesta nûjen de hêma; di şivîleyên bi servebûna wateyê/watekirinê de peywira ‘qasiditiyê werdigire ser xwe.
Heke em zelaltir bikin: hêma ji hêlekê ve alikarê têgihiştina di wateyê de ye, ji hêlekê ve têkilkariya di navbera wateyê û tiştên din de ye. Û em bi riya ‘kevirê hêmayê’, kevirê ku li qeraxa hiş dikeve û xelek xelek xeyalakê bi me re çê dike, rehettir û hêsantir bi ser wateya/watedarkirina helbestê ve dibin.
Kurt kurmacî, hêma di hiş de ajdana xeyalê ye.
Ji ber ku xeyal ji fanteziyê wirvetir bi rastiya jiyana însan ve têkildar e, di helbestê de ‘peywireke’ hêmayê jî ew e, ku jiyînê bike hevîrtirşê helbestê; şairê tirk Ataol Behramoğlu dibêje, ‘Helbesta helbestkar kesayeta wî bi xwe, jiyana wî wî bi xwe ye. Ji vê peygirêdanê di hizra min de helbest wekî tiştekî organîk e. Tiştekî ku bijî, bilive, bîhn bide û berde; organîzmayek zindî, bi ruh û bi can’.
Helbest heke dûrî jiyanê be, jiyînê bi watetir neke, ne bi ruh û bi can be, ne dengê însan be…û ne bîr be, bîr nebe; bi serwa be çiye, ne bi serwa be çi ye?
Li wir werin em sernavê vê helbestê bikin ‘Çiye’
li vî welatî, li serê van çiya
doh şaqî bûm, îro eşqiya
li naveki geriyan bo qetla min
di ferhenga wan de xayînê duhî me
terorîst im îro, îro qaçaxçî me!
*Hevdengî, kafîye
*Turgut Uyar
Hêma, deng û serwa*