Li Heskîfê, Hemama dîrokî ya 652 salî, bi boneya dê di binê ava Bendava Ilisû (li devera Germavê) de bimîne, veguhestin Heskîfa (qaşo) Nû ya ku bi destê TOKδya dewleta Tirk a dagirker ve hatiye çêkirin.

Li navçeya Heskîfê ya Êlihê Hemama ji serdema Artuklu ya 652 salî a 500 tonî giran, bi boneya di bin ava Bendava Ilisû de nemîne, bi amûra “SPMT” a 256 tekerê wê hene hat veguhestin. Hemam veguhestin Parka Çandî ya Heskîfa Nû ya ji aliyê TOKÎ’yê ve hatiye çêkirin. Veguhestinê nêzî 3 saetan dewam kir. Hemam birin kêleka Tirba Zeynel Beg a ku par veguhestibûn Heskîfa Nû.

Ev hewldana dewleta Tirk a qirrkirina çandî û ji eslê xwe şuştina peywenda dîrokî, weke tinekirina çand û bîra dîrokî tê nirxandin. dewleta dagirker ku bi bendava Ilisû avê dide ser tevahiya şaneyên dîrokî yên li deverê û sîstema ekolojîk jî tine dike.

 

ÊLIH