Di serdema antîk de Roma metropoleke navneteweyî û kozmopolît bû. Ji çar hêlên împaretoriyê xelk dihat wir. Avahiyên mermer ên di ser hev de dewisandî li bajêr hebûn ku ji wan re insulae dihat gotin û di wan de mirovên ji kok û çînên cihê hebûn. Romayiyan xweşik fêm kiribû ku di nava sihetê û paqijiyê de têkiliyek heye. Ji ber wê jî wan gelek hemam li seranserê bajêr çêkirin da ku xelk karibe xwe bişo û paqij be. Dîsa jî nexweşî li Romaya antîk gelekî belav bûn. Roma bi xwe ji ber gelek şewbên di asata pandemiyê de derbên giran xwarin. Van şewban bi salan dewam kir û kir ku bi milyonan mirov bimirin.

Paqijî û sihet ji bo Romayiyan di zik hev de bûn û ew serwextbûn ku divê paqijiya xelkê xwe misoger bikin. Wan hemam çêkirin û akuwadukên harîqulade jî ava kirin da ku avê ji çavkaniyên dûr ên paqij bikişînin bajaran.

Heta mirov dikare bibêje, Romayî ji gelek Ewrûpiyên heta beriya bi dused, sêsed salan jî paqijtir bûn. Mesela di sedsala18’an de li Ewrûpayê baweriyeke belav bû ku şûştina laşî dike ku şane li nexweşiya vebin. Ji ber wê jî melikên li qesrên ezîm diman, xwe kêm caran dişûştin û ji bo bêhna xirab belav nebe misk û parfûm bi ser xwe da dikirin. Li Romayê bi xwe hemamên giştî belav bûn, heta Romayiyên zengîn di nava mala xwe de jî hemam çêdikirin.

Lê divê em li vir bibêjin, xelkê bi rêkûpêk diçû hemamê, lê standartên paqijiyê yên hemaman ne weke îro bilind bûn. Av dihat germ kirin, lê ji ber klor nedihat bikaranîn, bakterî di nava avê de bûn. Lê dîsa jî, heger ev sîstema hemaman nebûya, şewban wê gelekî bêhtir mirov bikuştana.

 

NAVENDA NÛÇEYAN