Li Stenbolê di adara 2011'an de yekîneyên polîsan bi ser gelek malên xwendekaran de girtin û 72 xwendekar bi îdîaya "endamên yekîneyên parastina rewa ne" ên endamên DYG'ê yên meclîsa BDP'ê binçavkirin. 50 xwedekaran xwestin bi Kurdî û erebî parastinê bikin lê heyeta dadgehê li gorî Peymana Lozanê "Kurdî nijad nîn in û hêmana avaker in" daxwaza xwendekaran red kir. Di rûniştina yekemîn de ji 72 xwendekaran 10 xwendekar serbest hatin berdan û 62 xwendekar jî girtî man. Xwendekarê Zanîngeha Stenbolê Sadullah Başboga di nav xwendekarên daxwaza parastina bi Kurdî kirin de cih girt.

Dadgeha Ceza ya Asliye qebul kir
Başboga yê ku ev saleke li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê dimîne ji ber ku li zanîngehê tevlî bûyerêkê bibû doz lêhatibû vekirin û rûniştina dozê li 13'emîn Dadgeha Cezayên Asliye ya Stenbolê hate dîtin. Rûniştina di 6'ê kanuna 2011'an de li Dadgeha Ceza ya Asliye pêk hat de Başboga xwest ku bi Kurdî parastinê bike û daxwaza wî ji aliyê dadgehê ve hate qebûlkirin.
Tercumaniya Başboga jî parêzera wî Emîne Şeker kir. 11'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bi hincetên cuda parastina Başboga ya bi Kurdî red dike lê Dadgeha Ceza ya Asliye mehek şunda parastina Kurdî ya Başboga qebûl kir. Ev yekê jî nişan dide ku darizandinên li Dadgehên Cezayên Giran pêktên û parastina Kurdî red dikin siyasî û polîtîk in.
Parêzerê Başboga Adem Çalişçi têkildarî mijarê de agahî dan û diyar kir ku reda parastina bi zimanê zikmakî hiqûqî nîn e. Çalişçi, anî ziman ku muvekîlê wî dê di rûniştina di 29'ê sibatê de pêk bê jî daxwaza parastin Kurdî bike û wiha got: "Heyeta Dadgeha Cezayên Giran daxwaza parastina muvekîlê min a bi Kurdî red kir. Lê piştî vê biryarê mehek şunda Dadgeha Ceza ya Asliye parastin bi Kurdî ya muvekîlê min qebûl kir û muvekîlê min bi Kurdî parastin kir. Li Tirkiyeyê makezagonek tenê heye lê biryarên cuda tên girtin." Çalişçi, da zanîn ku tu pirs ji muvekîlên wî yên daxwaza parastin bi Kurdî nehate qebûl kirin nekirin û darizandin berdewam dike. Çalişçi, bilêv kir ku daxwaza li Dadgeha Cezayên Giran hate redkirin biryareke hiqûqî nîn e û kesayetî ye.

'Dozên siyasî ne'

Çalişçi, destnîşan kir ku biryarên wisa cuda yên dadgehan mînaka çelexwarîtiya hiqûqa li Tirkiyeyê û wiha axivî: "Li dadgehên cezayên giran ên parastina Kurdî nayê qebûlkirin nîşaneya doz çiqas polîtîk in. Divê dadger ramanên xwe yên polîtîk danîn aliyekî û bêalî darizandinê pêk bînin. Lê di dozên heyî de bêyî delîl bi salan girtin berdewam dike.
2'yemîn rûniştina 72 xwendekarên endamên DYG'ê yê di nav de Sadullah Başboga jî heye dê sibê li 11'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin.


MUTHA ÇETÎN - DîHA/STENBOL