Heman rojê 2 çalakî li Geverê
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê di çalakiyên gerîla de gelek eskerên Tirk hatin kuştin.
HPG’ê got, “14’ê Îlonê saet 7’an hêzên me yên YJA Starê li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Şehîd Gafûr ê navçeya Geverê ya ser bi Colemêrgê, çalakiyek kir. Derbên giran li kozik û stargehên dijmin hatin xistin. Hejmara eskerên di çalakiyê de hatin kuştin û birîndarkirin, nehate zelalkirin.
Heman rojê saet 07:10’an, hêzên me li eskerên dijmin ên li ser girê Elîşêr ê li Geverê xist. Hejmara eskerên di vê çalakiyê de hatin kuştin û birîndar bûn, nehat zelalkirin.” n ANF/BEHDÎNAN