Pîra min bixwe qal dikir; kalê eşîra me Koço, ji bo ku di çavê qeymeqam de wek însanekî şêrîn xwe bide xuyakirin, li gundê Akragê, (bajaroka Şenkaya) çend gundiyên Ermenî, bi destên xwe qetil kirin. Hê jî bi ken tê qalkirin... Piştî ku Koço çend Ermeniyan dikuje, qeymeqam bang li Koço dike û ji Koço re dipirse; "kîjan axê dixwazî, ez li ser te bidim qeyd kirin?" Lê Koço, "mutewazî" ye, "însanekî bi şerm" e, ma ne şerm e ku ji qeymeqamê axê bistîne, çavê wî tenê tiştên biçûk dibîne, tenê dîkê axayê gundê Akragê bidin wî bes e... Koço dibêje, "Na qeymeqam beg, hema 'dîkê bikokoç' bidin min ezê ji we re xizmeker bim." Ew dîrok, ew bûyerên cehaletiyê, reşitiyek di eniya me de xistiye û ew reşitî hê jî li eniyê me dibiriqe.

Yên ku li ser vê dinyayê, bi zanista civaknasî ve tekildar in, her kes dizane ku komkujiya Ermeniyan rastiyek e. Di dirokê de reşitiyek e. Ne tenê rêvebirên Osmaniyan, di heman demê de, bi taybetî jî di dîroka civaka Kurdan bixwe de reşiyeke zindî ye. Ji Farqînê bigirin heya Şenkaya, bi taybetî li Serhedê, li temamê bajar û bajarok, navçe û gundên Kurdistanê de sûcek pêk hatiye, ew jî bi tevlêbûna Kurdên nezan gihiştiye rastiyê. Bi vî rengî stratejiya Komkujiyê, bi destên Kurdan pêk hatiye.  

***
Ji her kesî, ji her civakî bêtir Kurd zanin, ku ka pêkhatina komkujiya Ermeniyan çawa bû. Lê ev zanîna Kurdan, ne ji dîrokzanbûna wan, carinan ji tevlêbûnê, carina jî ji çavdêriyên wan tê. Li gorî min, heke em bixwazin li hemberê dîrokê wek  civakeke exlaqî û polîtîk bisekinin, û îro pêva jî rawestina xwe ya civakî bi vî rengî avabikin, hewceye ku em bizanibin û bi devê xwe, bi îrade ya xwe rasterast mikûr werin ku, biryara komkujiya Ermeniyan, ji aliyê rêvebirên Osmaniyan ve hatiye girtin, lê ew biryara komkujiyê jî, zêdetir û taybet bi destên Kurdan ve pêkhatiye û gihiştiye rastiyê.
Li gorî çavdêriya min, taybetmendiya Tevgera Azadiya Kurdistan, ji her tiştî wêdetir seknek e, sekneke bi taybet, sekneke serbixwe, sekneke wisa ku, ji her tirsê azad seknek e... Birdoziya vê tevgerê, xwe ji tirsê buyerên dîrokê ve şuştin bixwe ye. Ev birdozî, çi dibe bila bibe, ji dîrokê çi qewimî bûyî be bila bibe tu tiştek venaşêre, tiştekî veşartî nahêle, ji rûbirû hatin a tu tiştekî natirse, qasî qirêjiya serdestan, li qirêjiya dîroka xwe jî dinêre, lêdikolîne, derdixîne holê û bi wê qirêjî ve hêsabê xwe dibire.  
Ji ber wê, îro, ku li Kurdistanê şoreşek ava dibe, di vê avabûna şoreşê de, hewceye ku, ji dîrokê virve tu tiştekî Kurdan neyên veşartin. Heke Kurd hewlbidin ku rastiya dîroka xwe veşêrin, wê demê ev şoreş nagihîje tu encamekî jî... Heke Kurd, ji bo xêra tendurustiya şoreşa xwe êşa Ermeniyan nebîne û rexnedayîna xwe nede ji dîrokê û ji mirovahiyê, tu car nikare şoreşa xwe jî biserkevîne.
Ji ber ku "şoreş", di heman demê de wek civak, wek milet, wek ernigarî, li hemberê dîrok, li himberê însan û xweza, li hemberê tevahî dinya "xweşuştin" e jî... Gere Kurd ev îmkana xweşuştinê nedin belaşê...