Desteya Çand û Hûnerê ya Kantona Efrînê, pêşangeheke folklorî vekir.

Piştî amadekiriyên mehekê yîn endamên Desteya Çand û Hûner û bi alîkariya Endamên Kongra Star, Desteya Çandê li navçeya Şiyê ya Kantona Efrînê pêşengeha folklorî li navenda navçeyê vekir.

Di vekirina pêşangehê de rêveber û endamên Tevgera Çand û Hûner a Kantona Efrînê û bi dehan welatiyên navçeya Şiyê, amade bûn.

Merasîma vekirina pêşengehê ji aliyê dayîkên şehîdan ve hat kirin. Paşê beşdar li hola pêşangê geriyan, li wêne û alavên folklorî temaşe kirin.

Di pêşangehê de alavên etnografîk ên Kurdî, cilûbergên kevin ên çanda Kurdan, alavên cotkaran ên çandiniyê û alavên nihasî ku welatiyên herêmê bi kar dianîn, hatin pêşandan. Derbarê mijarê de, rêvebera Desteya Çand û Hûner, Romat Beko got, “Armanca me ew e ku civaka me çanda xwe nas bike û parastina wê bike, û bihêlin ku nifşên paşerojê bi çanda xwe ve werin girêdan”.

Deriyê pêşangehê 3 rojan wê li mêvanan vekirîbe. 


 ANHA/EFRÎN