Navenda Ragîhandin û Çapemniya YPG’ê doh diyar kir ku di şerê 24 saetê dawî de 15 çete hatin kuştin, 9 hatine birîndar kirin û 2 gund ji çeteyan hatin paqijkirin.

Navenda Çapemenî û Ragîhanina YPG’ê derbarê şer û pevçûnan de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxauyaniya YPG’ê ku li ser malpera fermî ya YPG’ê hate weşandin de, tê destnîşankirin ku operasyonên hêzên wan yên li hember qadên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de li başûre Kobanê hatibûn destpêkirin berdewam dike.

Her wiha YPG’ê dax uyakirin ku hêzên wan beşê opersyona pêr êvarê de ya li sîlsîleyên girên Mirawih û Mexrevîn hedef girtine û wiha dewam kir: “Her du qadên stratejîk a herême ji çeteyan hatin paqijkirin.Pevçunên dijwar a li herême de qasî hat zelalkirin 14 endame çeteyan hatin kuştin, 9 endamê çeteyan jî hat birîndar kirin. Hêzên me li vê qadê tevî 8 termên çeteyan dest danîn ser 12 kleş, 57 şerjorên kleş, 1.500 fîşekên kleş, 2 BKC, 1.000 fîşeka BKC, 1 roketavêja B7, 5 gulleyên roketavêja B7, 1 bêtel û 6 bombeya desta.
Operasyona hêzên me ya li qada Mezra Sofî jî berdewam dike. Li vê qadê çetekî ku xwe li bejahiye veşarti bû tevî 1 kleş, 1 rext, 2 bombeya desta û 7 şerjore ve bi awayekî mirî hatiye bi dest xistin.”



Li rêya Reqa du gund rizgar kirin

YPG’ê da zanîn ku hêzên wan yên Kantona Kobanê û Cizîrê a ku di çerçoveya “Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo” ya ku ketiye roja xwe ya 57’an de û operasyonên xwe ya li derdora bajaroka Ayn Îsa berdewam dikin. YPG’ê derbarê operasyona “Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo de wan agahiyan dan:” Şevê din, hêzên me li nizikî gundê Mişêrfa ya li segoşeya rêyên Reqa, Girê Spî û Kobanê de ye operasyonek nû lidarxistin. Di encama operasyonê de 2 gundên ku dikevin rojava û başûrrojavaye gundê Mişêrfa de ji çeteyan paqij kirin. Pevçunên dijwar a li vê herême de hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin.
Hêzên me şevê din li hember komên çeteyan a li ser riya Hesekê-Şeddadê kom bibûn, operasyonek lidarxistin. Di operasyonê de pevçunên dijwar rû dayê, le hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê operasyone de nehatiye zelalkirin.
Rêhevalekî me ku pevçunên li vê herême bi lehengî şer dikir gihiştiye şehadete.ˮ 


ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN