Heyeteke ji rayedarên payebilind ên HDP’ê wê 10’ê Îlonê biçe Berlînê. Serdana heyetê wê sê rojan bidome.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji sala 2016’an û vir ve wê ji bo cara yekê di asta serokê giştî de serdana Berlînê bike. Heyeta HDP’ê ya bi serokatiya Hevserok Sezaî Temellî ji parlamenterên HDP’ê Mîthat Sancar û Feleknas Ûca, Nûnerên HDP’ê yên li Elmanyayê Leyla Îmret û Sînan Onal pêk tê.

Serdan wê 10’ê Îlonê roja Duşemê dest pê bike û heta 12’ê Îlonê roja Çarşemê bidome.

Hate ragihandin ku partiya nijadperest Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) ne di navê de, HDP’ê randevû ji hemû partiyên koma xwe li Meclîsa Federal hene, wergirtiye.

 

HDP bi hemû partiyan re rûdine

Tê payîn ku heyet roja Duşemê bi van kesayetan re rûnê: bi navê Hevserokatiya Koma CDU/CSU Dr. Andreas Nick, Hevserokên Koma Meclîsê ya Partiya Keskan Katrin Goering-Eckardt û Dr. Anton Hofreiter, Alîkarê Serokê Koma Meclîsê ya FDP’ê û serokê berê yê partiyê Alexander Graf Lambsdorff, Hevserokên Koma Meclîsê ya Partiya Çep Sahra Wagenknecht û Dietmar Bartsch.

Heyeta HDP’ê wê danê êvarê jî bi pisporên hin weqfan re rûnê. Roja Sêşemê jî wê bi Koma Dostaniyê ya navbera Parlamenên Tirkiye-Elmanyayê re hevdîtinê bike. Saet 11’an jî wê li Avahiya Konferansa Çapemeniyê ya Federal civînekê li dar bixe.

Piştî nîvro wê heyeta HDP’ê bi Hevserokên Partiya Çep Katja Kipping û Bernd Riexinger re rûnê. Danê êvarê jî wê bi Seroka Koma Meclîsê ya SPD’ê Andrea Nahles re hevdîtinê bike. Sibeha Çarşemê jî heyet wê bi meqamên Serokkomarî û Serokwezaretiyê re hevdîtinê bike. Herî dawî wê bi payebilindên Wezareta Karên Derve û Wezareta Karên Ewrûpayê re rûnê.

BERLÎN