Piştî ku 2 meh di ser rizgarkirina Minbicê û gundên wê re bihurî, ji bo pîrozkirina vê û xurtkirina têkiliyên di navbera pêkhateyên herêmê yîn Kurd, Ereb, Çerkes û Tirkmen de welatiyê bi navê Îbrahîm El-Xenaymî yê ji Minbicê, xwarineke firavînê amade kir û welatî hemû dawet kirin.

Di vê vexwendinê de, ji hemû pêkhateyên Mibicê û êlên Ereban bi dehan kes amade bûn. Ji bo xwarina firavînê kon li çerxeriya El-Bete hat vedan.

Ji rûsipiyên êla Benî Seîd, Şelel Îbraîm li vir axivî û got: “Çeteyên DAIŞ`ê yên herêm dagir kiribûn, hewil dan ku fitneyê di nav pêkhateyan de çêkin. Lê hemû hewldanên çeteyan, bi saya hişyarbûna gel û hezkirina di navbera me de hatin pûçkirin.” 


ANHA / MINBIC