Di 28'ê kanûna 2011'an de 4 balafirên şer ên tirk li navçeya Qilebana Şirnexê bi ser welatiyên sivîl de bombe barandin. Di bombebarandina balafirên şer ên tirk de 35 welatiyên sivîl ku jê 17 zarok hatin qetilkirin. Piştî bûyerê 12 saetan çapemeniya tirk bûyer veşart û rayedarên dewletê bêdeng man. Piştî 2 roj şûnde hikûmetê bi dengekî qels xemgîniya xwe anî ziman û got "Bi qaşî bûyer pêk hatiye". 4 roj şûnde li ser navê hikûmetê Cîgirê Serokwezîr Beşîr Atalay, Wezîr Cevdet Yilmaz, Mehdî Eker û Waliye Amedê Mustafa Toprak, li şûna ku biçin malbatan ziyaret bikin çûn gundên cîran û Mezinê gund ku her kes wî wekî "Zalim" dizanin Alîhan Ozhan ziyaret kir. Pişt re Serokwezîr Erdogan bi telefonê bi Mezinê gund Alihan Ozhan re axivî û medya tirk bi saetan û bi 10'an caran dubare kir. Welatiyan bertek nîşanî vê yekê dan û diyar kirin ku Erdogan bi wan re neaxiviye û heyeta Erdogan jî kes ji wan ziyaret nekiriye û nehatine şîna wan.
Birayê Celal Encu ê 15 zalî ku di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest da, bertekên xwe anîn ziman û wiha got: "Zarkên me ji bo debara xwe bikin û ji bo torbeyek şikir, birinc û bîdonek mazot qaçaxvanî dikir. Ev ne bazirganî ye. Ji bo debarê bû. Lê li gel ku rayedarên dewletê û leşkeran zanîbûn jî bombe bi ser me de barandin.
Birayê Encu, ani ziman ku di bûyerê de ew li rayedaran geriyan lê kes bi gaziya wan nehat û wiha got: "Telefon l ser ruyê me girtin. Her çend me got hemû zarok in ji bo mazotê çûn jî kesî li me guhdar nekir. Her kesî dizanîbûn ku qaçaxvan in. Êdî bi pilan gelê Kurd dikujin. Wezîrên AKP'ê çûn mala Alihan Ozhan. Ev sercerdevan e. Wezîren AKP'ê çûn çûn cem cerdevanan û nehatin cem me. Çûm mala zalim Alîhan Ozhan. Ne serokwezîr û Serokomar li me negeriyan û sersaxî ji me re nexwestin."

'Ev zulm e'
Xwişka Serhat Encu Nahide Encu jî anî ziman ku birayê wê ji bo mesrefa xwe dibistanê derxe qaçaxvanî dikir û 35 zarokên me kuştin. Ev ne zulm e. Çi cudahiya vê yekê û Helepçeyê ji hev heye. Erdogan dibêjin cudakar in. Ger ku ev ne cudakari be çiye. Tirkiye perçe bûye. Heyeta AKP'ê çû mala cerdevan ziyaret kir. Tu kesî ji mala wî jyana xwe ji dest nedaye. Kes ji xizmên Alihan Ozhan nemirne. Ji malbata me 11 kes mirin. Komkujiyek bi vî rengî li cîhanê nehatiye dîtin.

Weliyê bi navê Nasir Encu anî ziman ku wan ji bo debara malbatê bikin qaçaxvanî dikir û agahiya dewletê pê hebû. Ev ne qaçaxvanî ye. Me ne çek û ne jî mirov birine û anîne. Me tenê mazot û erzaq biriye û anîye. Divê em ji bo vê yekê nehatine kuştin.

DÎHA/AMED




CHP: 'AKP çû mala cerdevanan'


Piştî komkujiya li gundê Roboskî yê naveçya Qilabana Şirnexê 35 gundî ji aliyê artêşa Tirk ve hatin qetilkirin, şanda CHP’ê çû herêmê. Şandeya CHP’ê da diyarkirin ku Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay neçûye mala sersaxiyê, çûye mala sercerdevanekî.
Parlementerê CHP’ê Hasan Oren ê ku di nava şandeya CHP’ê ya çû Qilabanê de bû, û Parlementerê CHP’ê yê Mûxlayê Nûrettîn Demîr diyar kirin ku hikûmeta APK’ê piştî êrişê di du mijaran de derew li gel kirine.
Li gorî nûçeya rojnameya Cumhuriyetê Nûrettîn Demîr got; “Hikûmet aşkere nake ka kê fermana komkujiyê daye. Derewa din jî, hikûmeta AKP’ê dibêje ku ew çûye gundê Roboskiyê, lê belê Alîkarê Serokwezî Beşîr Atalay û wezîrên li gel wî neçûne sersaxiyê. Çûne mala cerdevanek li kêleka qereqolê û tu eleqeya wî cerdevanî bi kesên jiyana xwe ji dest dane re tune ye. AKP zextê li çapemeniyan dike û nahêle nûçeyên rast binivîsîne.”

Parlementerê CHP’ê yê Manîsayê Hasan Oren diyar kir ku gundiyên Roboskiyê nerazîbûnek tund nîşanî tazmînata ku hikûmet qala wê dike dan. Oren got; “Gundî dibêjin, ‘Bila serokwezîr canek ê xwe bide, em ê ne 22 hezar lîra, 1 trîlyon lîre bidin wî’. Gundî pir bi hêrs in.”

ENQERE