Li bajarê Qamişloyê, jina 22 salî Hena Elî, 5 zarokên cêwî anîn dinê. Hena Elî berî ku 9 mehên ducanîbûna xwe temam bike, 5 zarokên heft mehî anî dinê.
Li Taxa Hilêliyê ya Bajarê Qamişlo jina 22 salî Hena Elî, 5 zarokên cêwî heft mehî anîn dinê. Ji 5 zarokên Hena, 3 kur in û 2 jî keç in. Hena ya ku berê jî keçekê wê hebû, niha bû dayîka 6 zarokan.
Ebora Hena Elî nebaş e û di mala bi kirê de dimîne. Ew wiha behsa ducanîbûna xwe dike: “Di du mehiya ducaniya min de, bijîşkan got, ‘3 zarokên te dê çêbin.’ Piştî ducaniya min ket meha 5’an de, vê carê jî gotin ‘tu bi 5 zarokan ducanî yî. Min gelek zehmetî ditin û êş kişandin.”
Hena Elî di dawiyê de bang li sazî û dezgehên jinan û tenduristiyê kir ku alikariya wê bikin û pêdiviyên zarokên wê bi cih bînin.
QAMIŞLO