Halîl Gundogan piştî derbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê di sala 1981’an de hat girtin û ji doza TKP (ML)-TÎKKO’yê bi cezayê darvekirinê hat darizandin. Gundogan di sala 1988’an de bi 29 hevalên xwe yên di Girtîgeha Metrîsê ya Leşkerî de tunelek kolan û ji girtîgehê reviyan. Gundogan piştî ku di sala 1995’an de li Erzînganê hat girtin cara duyemîn bi cezayê darvekirinê hat darizandin û piştî darizandinê cezayê muebetê yê hatiye girankirin jê re hat birîn. Gundogan serpêhatiyên xwe yên di dema 12’ê Îlonê de di pirtûka xwe ya “Ji Metrîsê ber bi Mûnzûrê ve- Çîroka Firarekê (Metris’ten Munzur’a-Bir Firarinin Öyküsü) nivîsand û pirtûka wî di sala 2005’an de hat weşandin.
ANF/ENQERE