Bûrkay li hemberî rexneyên Serokê Giştî yê KADEP’ê Şerafettîn Elçî, nivîsek nivîsand û henekên xwe bi nexweşiya pençeşêrê ya li Elçî ye kir.
Elçî di daxuyaniyên dabû rojnameya Radîkalê de gotibû; “Rabe û bêje ji polîtîkayên dewletê dernakevim, ez ê dij-PKK’tiyê bikim, tu nikarî tu bandorekê li PKK’ê bikî. Jixwe tu bandorên polîtîk ên Bûrkay tune ye. Dewletê wan hesabên xwe pir şaş kir. Tu eleqeya Kemal Beg bi gel re tune. Ez bi xwe bi vê helwesta Kemal Beg êşiyam, kêm be jî berê hin kesên ji wî hez dikirin hebûn.”
Bûrkay, li şûna bersivê dibe tesbîdên Elçî, henekên xwe bi nexweşiya pençeşêrê ya li Elçî kir û got; “Hat fêmkirin ku ne tenê pirsgirêka porê ya Elçî heye, pirsgirêka aqil jî heye…”
Bûrkay wiha got; “Nexweşî jî mirin jî tê serê her kesê. Ji vê re dibêjin ‘fermana xwedê’. Lê şikur, aqil û tenduristiya min baş e." Bûrkay wiha berdewam kir; "Bawer im derdora te vala bû, lewma tu hesabê Apocuyan dikî, divê merasima cenazeyê te qelebalix be…”

ANF/STENBOL