Di wan rojên bi meraq, di wan rojên xwînkelî de, min li cihkî, hevpêyvînek dît. Di wê hevpeyvînê de, di nav gelek axaftinan de, di hişê min de gotineke Abdullah Ocalan ma: “Em ne tenê ji bo Kurdistan, ne tenê ji bo azadiya warekî, axekî an jî welatekî têdikoşin, mebesta me afirandina însanekî azad û serbixwe ye. Gava ku ew mirov azadî tam kir, tama azadiyê girt, dev jê bedre bila here, ew here li ku bila here, êdî ew azad e, bila li Kurdistan be, li Tirkiye an jî li axeke din be, girîngiya axê nîn e, ewê azadî bi xwe re bibe her derê û cihê ku dijî, bê şik ewê azad bike an jî ji bo azadiyê ewê têbikoşe”
***
Di van rojên dawî de jî, li qadan binêrin, li çapemenî ya civakî heta kolanan lê binerin, hin xal hene, bi tirs û bi endîşe li ser zimanê însanan tevdigerin. Hin kes ji bo Elewiyan qala tirsan dike, hin kes ji bo oldarên Kurd, hin kes dibêje li dawiya vê pêvayoyê dê karker û feqîren Kurd bê maf û bê teqat bimînin, hin kes ji xapandina dewletê bitirs e, hin kes ji AKP’ê ditirse, hin kes ji bo perçebûna hêzên leşkerî ya Tevgera Kurd ayîşa xwe tîne ziman û hew…
Bi rastî jî, wek însanên ku li ser vê dinyayê dijîn, mafa herkesî heye ku bi awayekî samîmî van tiştan bîne ziman, niqaş bike û di aliyê xwe de ji bo hişyariyek bixebite. Lê ji bo min, tenê pîvanekî sereke heye û ya girîng ew e: Ez dibêjim heya ku Tevgera Kurd, dev ji birdoziya xwe ya esasî bernede, tu carî têk naçe. Jiyaneke azad, misoger ji aliyê birdoziya azadî ve tê parastin. Ew jiyan jî; di serî de jiyana jinan û karkeran, jiyana gundiyan, jiyana penaberan, koçberan, jiyana proleteran, kedkar û jiyana xebatkaran, jinaya hunermendan, jiyana Elewî, Êzidî, Misilman, Mesihî, Yahûdî, tev da jiyana oldaran, jiyana siyasetmedar û jiyana hemû beşa civakê bixwe ye. Heya niha têkneçûna Tevgera Azadiya Kurd, sedî sed bi vê sedemê rê, ango bi vê birdoziyê re girêdayîbûn e, ne tiştekî din e.
Ew birdozî, ew fikrên azad, ew têgihîştina nirxên jiyana azad a xurt û bihêz, bi dehan sal, di nava ewqasî şert û mercên dijwar de, di bin qetlîam û bombebaranê de, parêzgeha şoreşgeran, ava şoreşgeran, xwarin û dermana şoreşgeran bû.
Xêynî wê jî, Kurd heya niha li çiya, li zindanan, li kolan û li bajaran tekoşiyan, ber xwe dan, şer kirin û ji bo nirxên azadiyê canfida bûn, ji bo ku siyaseta azadiyê bimeşe, xurt be û were astekî, ewqasî berdel dan, lê îro bi van tecrubeyan, di qada siyaseta vekirî de xebatên xwe diceribînin. Ew jî tirs dixe dilê hin kesan. Lê bi tirsê tiştek nabe... Hewceye ku her kes, ji aliyê xwe xebatek bike, ji aşitî û azadiyê re hêz bide, bi hêst û enerjiyê xwe ve pişt bide ji birdoziya azadiyê re.
Ji bo “têkneçûn”ê, ne tenê tirs û nîqaş, tevlêbûn û xebat jî pêwîst e.
Her azadî
Hê ciwan û hê di zaningehê de bûm. Xwendina me hemî li ser têgihîştina hin xalên civakî bûn. Û di vê çerçoveyê de, ji destpêka feylesofiyê bigirin heya hin nivîsên sosyalîzmê ya teorîk (ku zêdetirî wan ji aliyê akademî ya Ilmê Sosyalizm a SBKP’yê ve hatîbû çapkirin), ji Mahîr Çayan heta Îbrahîm Kaypakkaya, me dixwand… Di nava van xalan de, her rêxistinek hebûn. “Ji bo ku tu pêşbikevî, hewceye ku di nav vê rêxistinî de bî. Ji bo ku fikrên te serbikeve, hewceye ku tu ji bo vê rêxistinê xebat bikî û heke ev rêxistin têk çû, jiyan bi hevre dê têk biçe.”