Tê payîn ku bi armanca guftûgokirina li ser çareseriya ji bo krîzên li Herêma Kurdistanê, her çar bêyî tevlîbûna PDK’ê civînek pêk bînin.

Têkildarî mijarê Serokê koma Komeleya Îslamiya Kurdistanê ya li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Merwan Gelalî têkildarî armanca vê civînê got; “Civîn ji bo yekbûna helwesta van aliyan e ji bo çareseriya krîzên aborî û siyasî li Başûrê Kurdistanê. Êdî bêdengiya li hemberî vê rewşê û wiha dewamkirin, çênabe.”

Li gor agahiyên hatin girtin, her çar partî têkildarî li darxistina vê civînê li hev kirine, belê dem û cihê civînê nehatiye diyarkirin.


Nîqaşa vekişînê 

Ev jî di demekî de ye ku Komeleya Îslamiya Kurdistanê û Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê ragihandibûn weke helwesta li hemberî hebûna krîzên li Herêma Kurdistanê, wê piştî Cejna Qurbanê vekişîna xwe ya ji kabîneya heştem a hikûmetê nîqaş bikin û li ser biryar bidin. 


 SILÊMANÎ