Greva birçîbûnê ya li Hewlêrê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin di roja 48’an de ji aliyê koma 24'an ve didome. Endamê HDP'ê Nasir Yagiz jî ev 48 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger de ye.
Li ser navê çalakgeran Basê Brahîm doh peyivî û got: "Kurd bi salan in li dijî êrişên dewleta Tirk a faşîst têdikoşin. Li dijî tecrîdê divê kes bêdeng nemîne. Gelê Kurd lazime bi yekîtiyê li dijî êrişan û tecrîdê raweste.''
Greva birçîbûnê ya li wargeha Ş.Rûsten Cûdî (Mexmûrê) jî di roja 24’an de bi koma 8'emîn dewam dike. Di merasîma dewr girtinê de 3 şoreşgerên Kurd Sêvê, Pakîze û Fatma hatin bîranîn.
Sedîq Kara bi navê koma 7'an peyivî û got, "Dijmin ji her alî ve êrişî tevgera me dike. Dixwaze têkiliya gel û Rêbertî ji hev bibire. Lê belê planên dijmin bi ser neketin."
Li Şengalê jî dest pê kir
Bi heman armancê doh, li Şengalê jî greva birçîbûnê dest pê kir. Çalakî ji aliyê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî ve tê bi rêvebirin.Grevê li Salona Lalişê ya li Xanesorê bi 20 ciwanan dest pêk kir. Çalakiya ciwanan wê 3 rojan bidome û piştre nûnerên sazî û rêxistinên civakî yên sivîl ên li Şengalê wê grevê dewr bigirin.
NAVENDA NÛÇEYAN