
Kurdistaniyên li derveyî welêt dijîn ji bo tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan. Kurdistaniyan xwestin ku bila tecrîd rabe û saziyên navneteweyî têkevin dewrê. Çalakgeran diyar kirin, heta ku ew ji Ocalan agahdar bibin ew ê çalakiyên wan bidome.
BREMEN: Piştî bangewaziya KCDK-E û NAV-DEM’ê ber bi qada Domshofê ve meşiyan. Kurdistaniyan diyar kirin, heta ku ew ji Ocalan agahiyan werbigirin ew ê çalakiyên xwe bidomînin û gotin, “Rêzdar Ocalan Rêberê bi milyonan însanan e, ji bo Rojhilata Navîn a demokratîk şanseke mezin e.”
KIEL: Kurdistaniyên ji pêşiya gara tirênê ya navendî ber bi avahiya NDR TV meşiyan xwestin ku bila tecrîda li ser Ocalan were rakirin û gotin, “Di rewşeke neyînî de AKP, Dewleta Tirk û welatên Yekîtiya Ewrûpayê ew ê berpirsyar be. Roj berî rojekê divê YE û CPT têkevin nav hewldanan.”
BREMEN: Li Elmanyayê li bajarê Bremenê ji bo tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya meşê hate lidarxistin. Di çalakiyê de bal hate kişandin, heta ku agahiyan ji Ocalan werbigirin wê li qadan bin.
HAMBÛRG: Li Elmanyayê li bajarê Hambûrgê jî Kurdistaniyan çalakî li dar xistin. Kurd li pêşiya Îstasyona Tirênê ya Hambûrgê hatin gel hev û çalakiya protestoyê li dar xistin. Di çalakiyan de sloganên “Bijî Serok Apo”, “Erdoganê qatil”, “Tirkiyeya qatil” hate qîrkirin.
BREMENHAVEN: Li Bremenhavenê dijîn têkildarî tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek li dar xistin.
MUNÎH: Li Munîhê Kurdistanî li hev kom bûn û ji bo tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Haûptbahnofê çalakiyek li dar xistin. Kesên derdorê jî piştgirî dan çalakvanan.
BERLÎN: Li paytexta Elmanyayê Berlînê Kurd li Qada Alexsander Plaz ji bo tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kom bûn. Kurd ji vê derê heta Potzdamer Plazayê meşiyan.
KASSEL: Li Elmanyayê li bajarê Kasselê jî Kurdistanî ji bo tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navenda bajêr çalakiyeke meşê li dar xistin û diyar kirin ku heta ku azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk were, ew ê çalakiyên xwe bidomînin.
DORTMÛND: Li Dortmûnd ê Elmanyyê, li pêşiya stasyona trenê çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de ji bo Ocalan dirûşm hatin qîrîn. Ji ber provokasyona faşîstên Tirk bûyer qewimîn. Du çalakgerên hatin binçavkirin piştre hatin berdan. Çalakiyên li Dortmûndê wê di nava hefteyê de rojên Sêşem, Çarşem, Pêncşem û Înê li ber stasyona trenê ya navendî dewam bike.

DUSSELDORF: Bi banga Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), bi pêşengiya jinên Kurd li pêşiya stasyona trenê ya Dusseldorfê ji bo zelalkirina rewşa tenduristî û ewlekariyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hate lidarxistin. Çalakî bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurdistanê li Elmanyayê (YJK-E) pêk hat û Însiyatîfa Jinê ya Dusseldorfê û komunên jinan ên Neûss, Grevenbroîch û Krefeldê, Meclîsa Jinê ya Viyan a Wûppertalê tevlî bûn.
ESSEN: Li Essenê, bi sedan Kurdistanî ji bo tenduristiya Ocalan li stasyona trenê ya navendî li hev civiyan. Çalakgeran fikarên xwe yên li ser tenduristiya Ocalan anîn ziman û xwestin, mijar tavilê zelal bibe.
FRANKFÛRT: Kurdistaniyên li bajarên Frankfûrt, Hanaû, Offenbach, Darmstadt û Russelsheîmê dijîn, li pêşiya stasyona navendî ya trenê ya Frankfûrtê li hev kom bûn. Çalakgeran ji bo Ocalan dirûşm qîriyan û biryar dan ku îro ber bi konsolosxaneya Tirk ve bimeşin.
EYALETA SACHSENÊ: Li bajarên Dresden, Halla, Salle, Leîpzîg û Magedebûrgê, ji bo Ocalan çalakî hatin lidarxistin û gelek belavok hatin belavkirin.
NURNBERG: Kurdistaniyên ji bo Ocalan li Nurnbergê li hev civiyan, tecrîd şermezar kirin û xwestin, malbat derhal Ocalan bibîne.
GÎESSEN Û SÎEGEN: Li bajarên Gîessen û Sîegen ên Elmanyayê, bi sedan Kurdistanî daketin qadan û xwestin, li ser rewşa tenduristiyê ya Ocalan agahî bê girtin.

KOLN: Li Kolnê di bin pêşengtiya Meclîsa Jinên Viyana ya Kolnê de, jinên Kurd ên ku di saet 18:00’an de li pêşiya Dêra Domê hatîn gel hev û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin. Çalakî didome.
SAARBRÛCKEN: Li bajarê Saarbrûckenê Elmanyayê, Kurdistanî li ser bangên KCK, KCDK-E û TJK-E li hev civiyan û çalakî li dar xistin. Kurdistaniyên ku li pêşiya Galeriya Eûropa hatin gel hev ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dirûşme qîrkirin û posterên Ocalan hildan.
HANNOVER: Li bajarê Hannoverê Elmanyayê jî Kurdistaniyan li pêşiya HBF çalakî li dar xistin.
MONTPELLÎER: Li Fransayê jî Kurdistaniyên li bajarê Montpellîerê ji bo tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek li dar xistin û xwestin ku bila malbat û parêzêrên Rêber Apo biçin hevdîtinê.
STRASBOÛRG: Li Strasboûrgê jî bi heman mebestê Jinên Ciwan ê Azad û Ciwanên Azad li îstasyona tirênê çalakiyek li dar xistin. Hew wiha doh ciwanên welatparêz di saetên sibê de li pêşiya avahiya CPT’ê dest bi çalakiya rûniştinê ya bêdem kirin. Heyeteke ji endamên Ciwanên Azad bi berpirsên CPT’ê re civiyan. Ciwanan banga çalakiyê li hemû kesî kirin û ev peyam dan; “Heta ku em ji Rêbertiya xwe agahiyekê negirin, em ji vir naçin.”
BORDEAÛX: Li Bordeaûxê ji bo tendirustiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de bal hate kişandin ku tecrîda li ser Rêber Ocalan hatiye asteke xeter.
MARSÎLYA: Li bajarê Fransa Marsîlya jî ji bo tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî tê lidarxistin. Di saet 18:00’an de Ciwanên Azad li pêşiya televîzyona France3 Tv çalakiyek li dar xist. Di çalakiya ku bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ ‘Ciwan Fedayiyê Apo’ ne hatin qîrkirin û belavok hatin belavkirin.

AMSTERDAM: Li Hollandayê li bajarê Amsterdamê jî ji bo tendirustiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hate lidarxistin. Çalakiya li balefirxaneya Schrîpolê ya Amsterdamê didome.
KOPENHAG: Ji bo tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Danîmarka Kopenhagê çalakî hate lidarixstin. Di çalakiyê de hate ragihandin ku heta agahiyek ji tendirustiya Ocalan neyê girtin wê li qadan bin.
LONDRA: Li paytexta Îngîltere Londrayê, di bin pêşengtiya jinên Kurd de li avahiya BBC’yê çalakiya bêîtaetiya sivîl tê lidarxistin. Li derveyî avahiyê jî Kurdistanî û dostên wan li hev civiyan. Çalakî didome.
ATÎNA: Li Yewnanistanê li Atînayê jî li ser banga Meclîsa Gel a Atînayê Kurdistanî li qada Sytagmayê kom bûn. Girseyê bi qasî du saetan rê ji trafîkê re girt û ber bi Akademîasê meşiyan.
BRUKSEL: Li paytexta Belçîkayê Brukselê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Qada Garcentralê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de Nûnerê KNK’ê yê Avûstûryayê Îsmet Taştan axivî û got, “Kurd heta ku ji Rêbertiya xwe agahiyan werbigirin, ew ê li qadan bin. Divê CPT û saziyên mafên mirovan têkevin nav hewldanan.”
TORONTO: Li Kanadayê li Torontoyê Kurdistanî ji bo tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek li dar xistin. Kurd li rêya herî şên a Yontegan Dûndasê meşiyan û heta Dûndas Sqûarê çalakiya xwe domandin.
STOCKHOLM: Kurdistanî li Swêdê jî ji bo tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan. Kurdistanî li qada Sergelê li hev kom bûn û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. Kurdistanî piştre çûn avahiya Televîzyona Dewletê ya Swêdê û li vê derê slogan berz kirin. Piştî ku rêveberiya televîzyonê soz dan ku ew ê vê mijarê lêkolîn bikin, girseyê çalakiya xwe bi dawî kir.
VIYANA: Kurdistanî li paytexta Avûstûryayê Viyanayê li pêşiya parlementoyê kom bûn û xwestin ku bila tecrîd were rakirin.
LÎNZ: Çalakiyên ji bo tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li Ewrûpayê zêdetir dibin.
Li Awûstûryayê li bajarê Lînzê li ORF TV’yê çalakiya bêîtaetiya sivîl hate lidarxistin. Kurdistaniyan di dema çalakiyê de dosyeya têkildarî tendirustî û ewlehiya Ocalan radestî Tvyê kirin û xwestin ku bila pêşveçûnên têkildarî Ocalan werin şopandin.
Çalakî piştre bi dawî bû.
LÛZERN: Ji bo tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd li seranserê Swîsreyê jî çalakî hebûn. Bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Lûzernê, Kurdistaniyên li vî bajarî dijîn li pêşiya Parlamenta Kantona Lûzernê li hev civiyan. Bi sedan Kurdistanî, li ber avahiya parlamentê çalakiya rûniştinê kirin û dirûşmên "Terorîst Tirkiye", "Bijî Serok Apo" qîriyan. Qisekerên li vê derê gotin, Ocalan ji bo gelê Kurd sedema man û nemanê ye û bang li Kurdan kirin, ku heta agahiyê ji Ocalan bigirin, çalakiyan li dar bixin.
BERN: Kurdistaniyên li Bernê dijîn jî bi heman armancê li ber stasyona trenê ya navendî li hev civiyan. Girseya gel posterên Ocalan hilda û dirûşma "Bijî Serok Apo" qîriya.
SLOTHÛRN: Kurdistaniyên li Slothûrnê dijîn li pêşiya stasyona trenê ya navendî li hev civiyan. Di çalakiyê de li dijî rejîma faşîst a AKP-MHP'ê dirûşm hatin qîrîn.
CENEVRE: Li pêşiya stasyona trenê ya bajarê Cenevreyê jî bi heman armancê çalakî hebû. Bi dehan Kurdistaniyan demeke dirêj çalakiya rûniştinê kirin û ji bo Ocalan dirûşm qîriyan.
ZURÎCH: Kurdistaniyên li Zurîchê dijîn, demeke dirêj li stasyona trenê ya navendî çalakiya rûniştinê pêk anîn û piştre derbasî balafirgeha Zurîchê bûn. Bi sedan Kurdistaniyan li vê derê jî çalakiya rûniştinê li dar xistin û pêkanînên faşîzan ên dewleta Tirk şermezar kirin.
KOPENHAGEN: Bi banga Meclîsa Civaka Demokratîk a Danîmarkayê û Meclîsa Jinê ya Sevê, doh danê nîvro Kurdistanî li hev civiyan û li ber Parlamenta Danîmarkayê çalakî li dar xistin.
Di mîtîngê de dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Em ê cîhane bê Ocalan bi serê we ve birûxînin" hatin qîrîn. Qisekeran jî diyar kirin, ku heta agahî ji Ocalan bê girtin wê li meydanan bin. Çalakî hê jî dewam dike û bi navê çalakgeran wê dosyayek li ser mijarê radestî Meclîsa Danîmarkayê were kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN
YJK-E banga çalakiyê kir
Yekîtiya Jinên Kurd li Elmanyayê (YJK-E) bang kir, ku heta fikar û gumanên li ser tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çareser bibin, divê bi rengekî bê navber çalakî bên kirin.
YJK-E li ser rewşa Ocalan a nediyar daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “Dewleta Tirk a faşîst ku nikare xwe li destketiyên gelê Kurd rabigire, roj bi roj êrîşên xwe giran dike. Di salvegera komploya navneteweyî de gelê me yê li Elmanyayê careke din dilsoziya xwe ya bi Rêberê xwe re nîşan daye. Li Elmanya û welatên din ên Ewrûpayê bi çalakî û xwepêşandanan, komploya navneteweyî careke din mehkûm kirin.
Li gel tecrîda giran a li ser Rêberê me, nûçeyên li ser ewlekarî û jiyana Rêberê me û daxuyaniyên kêm ên di vî warî de tên dayin, gelê me bi taybetî jinên Kurd xistine nava tirs û fikaran.
Em careke din bang li Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) dikin, ku bi erk û berpirsyariyên xwe rabin.
Di serî de jinên Kurd ên li Elmanyayê, em bang li tevahiya gelê xwe, raya giştî ya şoreşger û demokrat û dostên xwe dikin, ku heta malbat û parêzerên Rêberê me agahiyekê jê bigirin, bi şev û roj bi awayekî bê navber çalakiyan li dar bixin.”