Dawudî ji ANF’ê re axivî û bibîr xist, ku hikûmeta Iraqê bi awayekî fermî ragihand, sala 2016’an wê bibe sala azadkirina Mûsilê ji çeteyên DAIŞ‘ê. Dawudî got, “Di hevdîtina çend roj berê ya li Elmanyayê di nabera Ebadî û Barzanî de hat ragihandin, ku pêşmerge wê tevlî operasyona Mûsilê bibe. Hin hêz hene ku naxwazin hêzên Heşd el Şebî beşdarî operasyona li Mûsilê bibin. Lê belê divê neyê ji bîr kirin; herêma Til Efer cihê Tirkmenên Şîa ye û ew jî di nava Heşd el Şebî de cih digirin. Mafê wan jî heye ku di nava operasyona rizgarkirina cih û warên xwe de cih bigirin. Her wiha hêzên leşkerî yên Êzîdiyan jî hene.”
Demeke diyarkirî nîne
Dawudî diyar kir, ji bo operasyona Mûsilê demeke diyar a destpêkirinê nîne û da zanîn, ev çend roj in li Mûsilê gel li dijî DAIŞ’ê serî radike. Dawudî got, “Ji bo operasyonê amadekariyên leşkerî li ber temambûnê ne. Em dikarin bêjin; bi tenê biryara ji bo destpêkirina operasyonê maye. Bêguman hikûmet Iraqê dixwaze serhildana gel û eşîrên herêmê yên çend roj in li bakurê Mûsilê li hemberî DAIŞ‘ê dest pê kiriye, bi kar bîne. Ev serhildan dikare bandorê li biryara operasyonê bike. Ji ber ku Mûsil ji bo herêmê gelekî girîng e.”
Dewlemendiyên Kurdan xistiye bin xizmeta dijmê Kurdan
Parlamenterê YNK’ê yê Parlamenta Iraqê Şivan Dawudî şikestina siyasî û aborî ya hikûmeta Başûrê Kurdistanê bibîr xist û anî ziman, ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê dewlemendiyên Kurdan xistiye bin xizmeta dijmê Kurdan. Dawudî dest nîşan kir ku peymanên aboriyê yên bi dewleta Tirk re hatine kirin, bi yek alî bi tenê bi kêrî dewleta Tirk tê.
ANF/SILÊMANÎ