Komîteyên hepsan ên PKK-PAJK’ê li ser grevên birçîbûnê yên li hepsan daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Di daxuyaniyan de îşaret bi van xisûsan hate kirin: “Pêngava ‘Em ê tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’ ku bi pêşengiya hepsyan dest pê kiriye, asta herî bilind a têkoşîna li dijî sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê ye. Pêwîst e daxwaza hepsiyan bi taybetî ya Leyla Guven rast were fêhmkirin. Ev daxwaz ne daxwazeke ji rêzê û rojane ye. Hevdîtina carekê ya birayê Rêber Apo, yan jî hevdîtina CPT bi Rêbertiyê re ne betalbûna tecrîdê ye. Betalbûna tecrîdê beriya her tiştî tê maneya bidawîbûna sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê. Nêzîkatiya dawî ya deshilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ew e, ku berxwedanê pûç bike û nehêle mezin bibe û bibe malê civakê. Bêguman hevdîtina Rêberê me bi birayê xwe re cihê kêfxweşiyê ye û encameke vê berxwedanê ye. Tirsa herî mezin a faşîzmê berxwedana civakî ye. Ji ber vê yekê, ji bo karibe berxwedanê biqedîne serî li her rê û rêbazê dide. Ya ku dikeve ser milê me ew e; di nava her şert û mercî de li her deverê bi biryardarî berxwedanê mezin bikin û li ser bingeha rakirina tecrîdê, dawî li faşîzmê bînin.

Gotin êdî bê wate bûye

Di dawiya daxuyaniyan de li ser çalakiyên xwedîderketinê jî ev nirxandin tên kirin, ”Çalakiya hevrê Leyla Guven di roja 69’an, ya hevrê Nasir Yagiz di roja 56’an de ye. Rewşa tenduristiyê ya her du hevrêyên me her ku diçe nebaş dibe. Heger tavilê, berxwedaneke ku bi desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst gavê bi paş ve bide avêtin, neyê kirin, dibe ku encamên ne bi dilê me rû bidin. Ji ber vê yekê, gotin êdî bê wate bûye. Roj roja pratîkê ye, roja çalakiyê ye. Roj ew roj e ku bendên tirsê ji holê bên rakirin, her der bê veguherandinî meydana çalakiyan. Li ser vê bingehê, em bang li gelê Kurd, gelên Kurdistanî, dostên xwe, raya giştî ya demokratîk, saziyên alîgirê demokrasiyê dikin da ku li dora çalakiyên greva birçîbûnê bicivin û têkoşînê xurt bikin.”

 

 NAVENDA NÛÇEYAN