Komîteya Perwerdê ya KCK’ê bi peyamekê, Cejna Zimanê Kurdî li tevahî gelê Kurd pîroz kir û got, “Pîrozkirina Cejna Zimanê Kurdî, bi têkoşîn û serketina li dijî dagirkeriya bîrdozî ku li ser mêjî tê meşandin, li dijî hemû cûreyên bişaftin û qirkirina çandî, pêkan e! Bi pêkanîna wê yekê ku her mal, kolan, baxçe û binê latan veguherin dibistanan, pîrozbahiya herî bi wate pêk tê.”

Komîteya Perwerdê ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK), bi peyamekê, Cejna Zimanê Kurdî li tevahî gelê Kurd pîroz kir û got, “Cejna Zimanê Kurdî li mamosteyê mamosteyan Rêber APO, kedkar û xebatkarên pêrwerdê, li hemû xwendkaran û Gelê Kurdistanê Pîroz be.”

 Berdêla pîroz a cejnê

Komîteyê diyar kir ku pîrozkirina vê rojê bi hêsanî pêk nehatiye û di dewamê de got, “Heger ku îro em Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin, ev yek bi hêsanî pêk nehat. Bi xwebexşandina Hawrê Mihemed Karasungur, Salih Kandal, Husên Denîz, Mehmet Kurt û bi sedan mamosteyan, bingeh û wêrekiya ragihandina Cejna Zimanê Kurdî pêkan bû. Divê di serî de mamoste û xwendekar, nifşên nû jî bi vê rastiyê bizanin û li gorî vê rastiyê li zimanên Kurdî xwedî derkevîn.”

 Neparastina çand û zimên bişaftin e 

Komîteya Perwerdê bal kişand ser siyaseta bişaftinê û wiha pêde çû: “Ziman diyardeya herî şênber ya hebûn û xwebûna gelan e. Civak an gelên ku nikaribin ziman û çanda xwe biparêzin, nûjen bikin û bi pêş bixînin, dibin amûra bişaftin û dagirkeriya desthilatdaran. Dîroka Kurd û Kurdistanê ya nêz, azmûna pirr bi êş ya vê rastiyê ye. Nexasim, dîroka nijadperestî û dagirkeriya Komara Tirk, Îran, rejîma Beas a Sûrî û ya Iraqê di heman demê de dîroka qirkirina fizîkî û çandî ya li dijî Gelên Kurd û Kurdistanê meşandî ye. Îro jî li ser gelên Kurd, Ermen, Asûrî-Suryanî-Keldanî; baweriyên Êzdî, Elewî, Yarsanî û hwd. qirkirina çandî û cîh bi cîh qirkirinên fîzîkî berdewam tên meşandin.”

 ‘PKK´ê pêşî li qirkirina çandî û fizîkî girt’

Daxuyaniyê bal kisşand ser têkoşîna PKK´ê ya li dijî bişaftin û dagirkeriyê û wiha dewam kir: "Rejîma qirkirina çandî heta roja me jî bi siyaseta înkar û îmhayê xwe dide meşandin. Bi derketina PKK’ê re rê li ber siyaseta înkar û îmhayê û qirkirina fîzîkî û çandî hate girtin. Di serî de bi têkoşîna Rêber APO û bi ked û xwîna deh hezaran pakrewanan xwebûn, azadî û li cewherê xwe veger pêkan bû. Rê li ber vejîn, nûjenî û bipêşketina ziman û çanda Kurd û Kurdistanî vebû."

‘Pîrozkirina vê cejnê bi têkoşînê dibe’

Komîteya Perwerdê ya KCK’ê diyar kir ku divê gelê Kurd her derê veguherîne dibistanan û zimanê xwe bi pêş bixe û wiha dawî li peyama xwe anî: “Pîrozkirina Cejna Zimanê Kurdî, bi têkoşîn û serkeftina li dijî dagirkeriya bîrdozî ku li ser mêjî tê meşandin, li dijî hemû cûreyên pişaftin û qirkirina çandî  ve pêkan e! Bi pêkanîna wê yekê ku her mal, kolan, baxçe û binê latan veguhere dibistanan, pîrozbahiya herî bi wate pêk tê.”



BEHDÎNAN