Wênegir û nûçegihanê Reutersê Sertaç Kayar berê jî li Amedê û Enstitûya Kurd a Parîsê jî pêşangeha xwe ya wêneyan vekiribû. Pêşangeha ku li Parlementoya Ewrûpayê bê nîşandan, li ser daxwaza Nûnertiya Têkiliyên Derve ya HDP pêk tê.


Çendîn dijwar e

Kayar derbarê pêşangeha xwe de ev agahî dan rojnamê me:”Armanca pêşangehê parvekirina texrîbata şer ya bi raya giştî ya cihanê re ye û nîşandana encamê şer e ku bila were dîtîn ku çendîn dijwar e. Min xwest bala milet bêyî gotin bikişînim ser rastiyê. Wekî rojnamegerekî ji xwe re erk dibînim ku rastiyê ragihînim raya giştî ya cîhanê. Nîşandana wêneyan li Ewrûpayê ji ber vê yekê muhîm e.”   


29 wêne ye

Di pêşangehê de tevahî 29 wêneyên Kayar ku ji Farqîn, Sûr, Cizîr û Hezexê hatine girtin, bên nîşandan. Wênegir Kayar hîsên xwe yên ku dema wêneyan digirtin wiha raberî me kir: “Bi rastî jî girtina wêneyan a hiweşandinê dijwar e. Ji ber ku her dîmenek îşaretî çîrokeke dike û êşên çîrokan em jî hîs dikin. Ji ber vê yekê jî li ser derûniya me jî bandorek mezin dike wêneyên bi vî hawî.”

Wêneyên Sertaç Kayar ku di dema Berxwedana Xwerêveberiyan de girtî, li gellek ajans, rojname û kovarên cîhanî de cih girtin.


RAMAZAN MARANKOZ/FRANKFURT