
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em bawer dikin ku her jinek xwediyê çîrok û serpêhatiyekê ye. Ger her jinek tişta bi serê wê hatiye derxîne der û raxîne ser kaxezê, wê gavê dîroka rastînî ya mirovahiyê wê derkeve holê" û bang li jinan hat kirin ku serpêhatiyên xwe ji roja tê bîra wan û heta roja îro binivîsîne û heta 30'ê Hezîranê ji wan re bişîne. Navendê ragihand ku encam û serketiyên pêşbirkê wê di dawiya meha Hezîranê de bên aşkerakirin. Di daxuyaniya navendê de wiha hat gotin: "Emê van nivîsarên giranbuha bikin pirtûk. Bila cîhan tev zanibe ku jina radibe ser pê, jina têdikoşe, jina serî hil dide, jina azad dibe, jina di her warê jiyanê de şoreşê dijî, êdî wê şoreşa nivîsevanî, şoreşa wêjeyî jî derxîne holê û diyarî gelên bindest û mirovahiyê bike.
Belê em li benda nivîsên serpêhatî û çîrokên we ne; hêza xwe ya nivîskarî derxînin holê, bila ew avzêyên di kûrahiya dilê we de bi salan e hatine xetimandin wekî kaniyên biharê der bibin û bi biherikin ser çemê wêjeya jinê."
Mercên tevlîbûnhe
Li gorî daxuyaniyê, mercên tevlibûna pêşbirkê jî wiha ne:
* Divê çîrok û helbest der heqê jinê de bin. Pêwîste çîrok û helbest beriya niha li ti derê nehatibin weşandin.
* Beşdarvan tenê dikarin bi du çîrok yan jî bi du helbest her wiha yan jî bi çîrok û helbestekê dikarin tevlî bibin. Helbest û çîrokên tên hilbijartin di serî de beşdarvan dipejirînin ku bê weşandin. Li ser daxwaza beşdarvana dikare nivîs bi navek cuda bên weşandin.
* Dikarin çîrokan bi nivîsa dest yan jî komputerê binivîsin.
* Çîrokan dê bişînin navnîşan jêr.
* Kesê bi helbest yan jî bi çîrokê tevlî dibe, pêwîste nav, paşnav, navnîşan û kurt demboriya xwe binivîse.
* Zimanên beşdarbûnê Kurdî, Tirkî û Almanî. n BONN
Navnîşan:
Frauenbegegnungsstätte
UTAMARA e.V.
"Her jin çîrokek xwe heye"
E-mail: utamara@web.de
Tel. 0049 (0) 2644-602424
In der Stehle 26
53547 Kasbach-Ohlenberg