Roja 25 mijdarê dema serîlêdanê dest pê kiriye û wê heta 15 sibatê bidome. Kesên ku bikevin derecê, wê roja 8 adarê bêne xelatkirin.
Şertên beşdariyê
Tenê jin dikarin beşdarî vê pêşbirkê bibin. Zimanê pêşbirkê Kurdî (Hemû Zarave), almanî û Tirkî ye.
1-Di pêşbirkê de helbest û çîrokên li ser jinan wê bi hev re bikevin pêşbirkê. Pêwîst e çîrok an jî helbesta ku tê şandin, berê li cihekî din nehatibe weşandin û çapkirin.
2- Beşdar herî zêde bi du berheman dikarin tevlî pêşbirkê bibin.
3- Divê çîrok bi mezinahiya 12 punt bêne nivîsîn û herî zêde 5 rûpelên A4 bin.
4- Divê beşdar kurtejiyana xwe, tevî berhema xwe, nav û paşnavê xwe, tevî e-mail û telefonê bi wêneyeke xwe re bişîne navnîşana Komîteya Amadekar.
5- Hûn dikarin bi hemû zaravayên Kurdî, bi zimanê almanî û Tirkî beşdarî pêşbirkê bibin.
6- Dema tevlêbûnê 15 sibata 2012an bi dawî dibe. Herî dereng hûn dikarin heta 15 sibata 2012an berhemên xwe bişînin.
7- Encama pêşbirkê wê roja 8 Adara 2012an eşkere bibe.
Çîrok û helbestên ku hatine şandin, piştî pêşbirkê wê ji aliyê navenda me ve bêne nirxandin û weşandin.
Li ser nirxandina endamên Jûriyê wê ji sê zimanan berhemên ku dikevin dereceya yekem, duyem û sêyem bêne xelatkirin.
Navnîşan:
Frauenbegegnungsstätte UTAMARA
Pêşbirka Çîrok û Helbestan
In der Stehle 26
53547 Kasbach-Ohlenberg
Tel. 0049 (0) 2644-602424
E-mail: utamara@web.de