Îsal li rojavayê Kurdistanê gelek çalakiyên hunerî hatin lidarxistin. Di çalakiyên wekî mîhrîcan, pêşangeh û hevdîtina hunermendan de, ji bo sala bê tecrubeyek hat bidestxistin. Ji van çalakiyan yek jî Çalakiyên Hevdîtina Hunera Şêwekar a Rojava bû û di 12’ê gulanê de li kantona Kobanê dest pê kir û di 18’ê mehê de li Zanîngeha Rojava ya Qamişloyê berdewam kir. Hevdîtina Hunera Şêwekar a Rojava bi dirûşma ‘Huner pira di navbera gelan de ava dike’ bi beşdarbûna hunermendên şêwekariyê yên ji katnonên Efrîn, Cizîr û Kobanê û mêvanên ji Danîmarkayê hatibûn, pêk hat.

Di hevdîtinê de Koma Rojava ya Orkestrayê derket pêşberî mêvanan û hunera xwe pêşkêş kir. Hevseroka Desteta Çand û Hunerê Bêrîvan Xalîd performansa muzîkjenan pîroz kir û destnîşan kir ku ew bi saya berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê ev kombûn li dar xisitne û divê keda têkoşeran neyê jibîrkirin.

Hevkariya qirêj

Bêrîvan Xalid anî ziman ku hejmareke hunermendên şêwekariyê ji Tirkiye û başûrê Kurdistanê xwestiye beşdarî vê hevdîtinê bibin, lê ji ber astengiyên dewleta tirk û hevkarên wê PDK’ê, nekarîne bên Rojava. Bêrîvanê mêvanên nehatî silav kir û wiha got: “Dewleta tirk û PDK sînoran di navbera me de çêdikin, lê em îro jiyaneke nû diafirînin, ev sînorên hatin çêkirin her tim li pêşiya hunermendan dibin asteng.”

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl jî got ku Şoreşa Rojava ne tenê şoreşa leşkerî anî siyasî ye, şoreşeke civakî ye, dê ev civak bi hêza vê şoreşê destkeftiyên xwe biparêzin. Hunermendên hatin herêmê, li gelek saziyan pêşangeh jî vekirin û tabloyên ku hatin pêşkêşkirin dê heya 28’ê mehê daliqandî bimînin. Tê payîn ku dê îro semîreke ji aliyê Munîr Şêxê ve bê dayîn. Diviya bû ku semîner hefteya derbasbûyî hatiba dayîn, lê ji ber dewleta tirk û PDK’ê derbasbûna hunermendana asteng kiribûn, semîner hatibû taloqkirin. 



 ANHA/QAMIŞLO