Heyeta KNK´ê ya ji bo platformeke ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê hevdîtinên xwe kirin û hîna jî dike. Di van hevdîtinan de ya derkete pêş ew e ku aliyên siyasî hemû bi awayekî erênî nêzîkî mijarê bûn û KNK´ê jî ji bo pêkanîna civîneke bi rengê konferansê ya 15´ê Tîrmehê zend û bend badan. Ji nava birêveberiya komîteya amadekar a vê civînê li gorî agahiyên bi me re parvekirî, temamê aliyên siyasî yên Kurdistanê, wekî din kesayetên girîng ên rewşenbîr û rûspî jî hatine vexwendin.

Heman çavkaniyê da zanîn ku ew bi temamê partiyên Rojhilatê Kurdistanê re rûniştine, û PDK-Î jî di navê de hemû aliyên siyasî vê xebatê girîng û di cih de dinirxînin. Li gorî çavkaniyê, ji ber pirsgirêkan, heyeta KNK´ê nekarî biçe Rojava, lê endamên KNK´ê yên li Rojava li ser navê heyetê ev hevdîtin bi pirranî pêk anîne û serdanên xwe yîn kom û kesan dewam dike. Heta niha hevdîtinên bi aliyên siyasî re baş derbas bûne, lewma hemû hemfikr bûne ku platformeke bi vî rengî pêwîst e. Çawa ku em ê li jêr jî berfirehiya wê bidin, doh jî ev heyet bi ENKS´ê re rûnişt.

Herçî bakurê Kurdistanê ye, heyetek ji Kongreya Civaka Demokratîk û DBP´ê li Başûrê Kurdistanê bi heyeta KNK´ê re rûnişt û desteka xwe ya tam ragihand ji bo xebata platforma ji bo yekîtiya neteweyî. Herçî Başûrê Kurdistanê ye KNK´ê da zanîn ku aliyên siyasî hemû erênî nêzîk bûn û em ji nivîskarê xwe Salîh Cuma Pîr fêr bûn ku ji bilî hin nuqteyên talî, PDK jî erênî nêzîk bûye. 

Çavdêrên siyasî, hem ji bo çarenûsa xweseriya li Rojavayê Kurdistanê û hem jî ji bo referandûma ji bo serxwebûnê ya li Başûrê Kurdistanê platformeke bi vî rengî wekî heyatî dinirxînin. Ji ber wê jî xebatên KNK´ê, li gorî buroya wê ya Hewlêrê wê bê navber dewam bikin. Di vê çarçoveyê de li bajarê Başûrê Kurdistanê Civîna Yekîtiya Neteweyî bi rê ve çû. 

  

Li Dihokê civak doza yekîtiyê dike

Heyeta KNK’ê doh li Duhokê bi rewşenbîr, nivîskar, Pêşmergeyên Dêrîn û rûspiyan re rûnişt. Di heyetê de Alîkarê Hevserokên KNK’ê Tahir Kemalîzade, endamê Konseya KNK’ê Dr. Kamûran Berwarî û endamên KNK’ê Seyîd Ekrem û Ferhat Dostkî hebûn. Civîn li mala Dr. Kamûran Berwarî ya li Duhokê pêk hat. Di nava beşdaran de Berpirsyarê Pêşmergeyên Dêrîn ê Herêma Duhokê Nemal Sedîq, Hîndekarê Zanîngeha Duhokê Dr. Haşim Zêbarî, rojnamevan Saman Nûh û Elî Oremarî jî hebûn.

Di destpêka civînê de, ku endamên çapemeniyê jî lê amade bûn, Kemalîzade axivî û got, “Me xwest, piştî partiyên siyasî li gel rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û rûspiyan rûnên û li nihêrîna wan bihisînin. Di vî karî de ku me ji bo gelê xwe dest pê kiriye, em li benda piştgiriya we ne.”

Dr. Kamûran Berwarî jî got, “Hevdîtinên ku me li Duhokê dest pê kirin, wê li 4 wîlayetên din jî bidomin. Li parçeyên din ên Kurdistanê jî, endamên KNK´ê vî karî dikin.”

Piştî Berwarî, Berpirsyarê Pêşmergeyê Dêrîn ê Herêma Duhokê Mela Sedîq Sindî peyivî û got, “Di pêvajoya heyî de Kurd gelekî xurt in, lê li aliyekî jî gelekî belawela ne. Hêvîdar im ev kar wê bibe gaveke mezin ji bo ji holêrakirina vê rewşa belawela ya Kurdan.”

Dr. Haşim Zêbarî jî ragihand, li herêmê bûyerên girîng diqewimin û got, “Bala cîhanê li ser me ye. Hewl didin bibînin bê em çiqasî yek in. Eger em karibin bibin yek, hingî em ê bi rengekî serketî gelê xwe ji nava vê kaosê derxînin û bikin ku siberoja xwe diyar bikin.”


ENKS ne dûr e ji fikra platformê

Endamên KNK´ê yên Rojava doh bi Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Yekîtiya Jinên Kurd li Sûriyê re civiyan da ku wan vexwînin platforma hevpar ya ji bo lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, ku tê payîn 15-16`ê vê mehê li dar bikeve.

Şandeya Komîteya KNK`ê ji Endamê Desteya Rêveber a KNK`ê ya Rojava Ebdulkerîm Umer, Endamên Kongreyê Nersredîn Îbrahîm, Ebîr Hesaf, Luqman Ehmê û Telal Mihemed  pêk dihat.

Li baregeha Yekîtiya jinên Kurd a Sûriyê, endamên  rêveber a yekîtiyê Sîham Amoke, Heyat Qico, Emşe Husên pêşwaziya Komîteya KNK`ê kir. Li Meclîsa ENKS`ê jî nûnerên wê Fesle Yûsif, Mehmûd Mile û Xelîl Husam pêşwazî li heyetê kir.

Herdu civîn jî li çepemeniyê girtî bûn. Endamê Desteya Rêveber a KNK`ê ya Rojava Ebdulkerîm Umer diyar kir ku civîna wan a bi Yekîtiya Jinan re erênî bû û destnîşan kir ku ew ê vegerin naveroka hevdîtinê bi aliyên beşdarî vê hevdîtina şêwiriyê re.

Derbarê civîna bi ENKS`ê re ya li baregeha ENKS`ê ya bajarê Qamişlo jî herdu aliyan encamên hevdîtinê di kongreyeke rojnamevaniyê ya hevbeş de, bi beşdariya gelek saziyên çapemeniya herêmî û cîhanî anî ziman.

Cîgira Serokatiya ENKS`ê Fesle Yûsif, got, em hatin vexwendin da beşdarî hevdîtina şêwrê bibin û li ser asta her çar parçeyên Kurdistanê refên Kurd bibin yek.

Fesle da zanîn ku ew di ENKS`ê de dibînin ku di siya van rewşên heyî de, ji wan tê xwestin ku biryarên Kurd bibin yek û nelihevkirina di navbera aliyên Kurd de bê çareserkirin.


 NAVENDA NÛÇEYAN