Gelê Kurd hem di rojên dîrokî re derbas dibe, hem jî di rojên bi êş û azar de ye. Berxwedana Rûmetê bi qehremaniyên destanwarî ket rojeva cîhanê. Mirov bi hêsanî dikare bibêje, di nava raya giştî de têra xwe deng veda û bandor heta radeyekê li ser siyasetê jî kir. Siyaseta hegemonê sereke yê cîhanê, siyaseta Emerîkayê jî ket bin bandora vê siyasetê. Tiredînê Emerîkayê Trump ev dît û ji bo xwe ji vê rizgar bike, manewrayek kir, mueyîdeyên wê li ser Tirkiyê bihatana danîn, rawestandin û bi agirbesteke naveroka wê xumamî careke din li gorî daxwazên dewleta Tirk a dagirker tevgeriya. Ya xuya dike, Trump li gorî dostê xwe Erdogan tevdigere. Erê, li Emerîkayê nerehetiyeke mezin ji vê siyasetê heye, lê vê nerazîbûnê têrê nekir ku pêşî li Trumpî bigire. Jixwe, pirraniya Emerîkiyan hemfikir in ku bi Kurdan re xiyanet kirine û eskerên Emerîkayê yên li herêmê jî li pêşberî televîzyonan bi serşorî ev anîn ziman. Li herêmê rojane hevsengî çivan didin xwe, bi temamî jî neguherin jî di warê taktîkî de diguherin. Li vir, ez dema qala xiyaneta Emerîkayê bi Kurdan re dikim, ez lava yan jî hêvî nakim. Lê bi kêmanî heqê Kurdan e ku ji van hêzan û cîhanê re bibêje, xwedî li soz û peymanên xwe derkevin.
Ji daxuyaniyên Mezlûm Ebdî yên di ragihandinê de em fêhm dikin ku Trumpî dîsa hinek soz dane û li bendê ne ku ew van sozên xwe bi cih bîne. Jixwe Ebdî bi bîr dixe ku hê peymana di navbera QSDê û Emerîkayê de dewam dike. Bêguman Kurd diêşin û heqê wan e ku hisî bin, lê tevî vê yekê jî ya xuya dike, Kurd hewl didin aqlane tevbigerin. Hemin ji heq û berpirsiyariya rêveberên Kurd e ku beriya her tiştî parastina gelê xwe û gelên herêmê bifikirin. Di vê çarçoveyê de gav têne avêtin û heqê kesî nîne jê lomeyan an jî gilî û gazincan bikin.
Mijar hene, rojane dikarin biguherin. Ji lewra jî lihevkirina Kurdan bi rêveberiya Şamê re tê fêhmkirin. Kurd di nava danûstendinê de ne. Xwe dispêrin hêza xwe û li gorî vê hewl didin siyaset û dîplomasiyê bikin. Belkî hewce bike an neke, dewleta Tirk a dagirker bi temamî hêza xwe ji bo qirkirin, kokqelandin û tinekirina Kurdan seferber kiriye. Li hemberî vê jî siyaset û hêza Kurdan wê di hevsengiyan de li çareyê bigere. Piştgiriya di qada navneteweyî de ji bo Kurdan hêja ye, lê dîsa jî divê Kurd ji bilî hêza xwe ji tiştekî din ne piştrast û bawer be.
Dewleta Tirk a qirker di êrişên xwe de ti rêzik û pîvanê nas nake. Di van êrişên xwe de jî dîsa sûcê şer û sûcê li hemberî mirovahiyê kirine. Her Kurd dikare vê nîşanî cîhanê bide. Lewma her Kurd dikare xwe weke dîplomatekî/ê bibîne. Ev rojên dîrokî, rojên man û nemanê ne. Kurd careke din nikarin ji nava hesabên sedsalekê sax derkevin. Li cîhanê, dewleta Tirk deşîfre bûye, li her derê her kes qala qirkirina wê ya li hemberî Kurdan dike. Ev ne tenê di asta gelan de, her weha di asta dewletan de jî bi vî awayî ye. Tehlûkeya dewleta Tirk ji bo cîhanê tê dîtin. Kurd û dostê xwe dikarin vê ji cîhanê re bibêjin û pê pêşî li vê faşîzmê bigirin. Belkî jî bi qasî şervanên di bereya şer de rola dîplomat, rojnamevan, nivîskar û hunermendên Kurd jî heye. Dîplomat û siyasetvanên Kurd dikarin li Washingtonê ji dubendiya demokrat û komarxwazan sûdê wergirin û tevî sempatiya di raya giştî de zorê li Trump û rêvebeirya wî bikin. Berxwedan wê encamê diyar bike.