Şêwekar Osman Koşut ê ku li ser zimanê Kurdî jî xebatên wî hene, ji me re behsa van xebatên xwe kir. Koşut da zanîn ku di çarçoveya xebatên Komîsyona Çandê ya Navenda Civaka Demokratîk (NCDK) a Reutlingenê de wan dest bi dana dersên Kurdî kiriye û ji bilî Kurdan Elman û Yewnan jî beşdarî van dersan dibin.
Koşut ê ku ji bo van kursan mamostetiyê dike, dibêje, ew hîna di destpêka vî karî de ne û halê hazir 15 kursiyerên wan hefteyê du caran beşdarî dersan dibin. Li gorî agahiyên wî, ev hejmar bi meyla zêdebûnê ye. Osman Koşut îşaret bi lêkolînan kir û got, halê hazir li Tirkiyeyê welê kirine ku 12 milyon mirov êdî bi zimanê xwe yê dayikê yanî Kurdî nikaribe bipeyive. Koşut ev yek weke “qirrkirina çandî û sûcê li dijî mirovahiyê” bi nav kir. Koşut armanca dersên Kurdî (niha Kurmancî ye) jî weke destwerdaneke li dijî qirrkirina çandî dinirxîne.
Şêwekar û çalakgerê zimanê Kurdî Osman Koşut herî dawî, Cejna Zimanê Kurdî li Kurdistaniyan pîroz kir û got, “Hêviya me ji malbatên Kurd ew e ku li girîngiya perwerdeya bi Kurdî û fêrkirina Kurdî serwext bibin û xelkê jî serwext bikin, bi vî rengî her malê veguherînin dibistaneke Kurdî.”
STUTTGART