Zimanzan Zana Farqînî girtina sazî û dezgehên zimanê Kurdî rexne kir û got ku girtina Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û saziyên din ên Kurdan dijqanûnî ne. Farqînî, anî ziman ku dema ferhenga Kurdî diyarî rayedarên dewletê kirin ne qedexe bû, lê îro saziya van û ferhenga wan tê qedexekirin. Hevserokê Akademiya Ehmedê Xanî Îbrahîm Halîl Taş jî anî ziman ku her malek dibistanek e. 



Bi riya Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (KHK), Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ku di 18’ê Nîsana 1992’an de hat avakirin û Akademiya Ehmedê Xanî ya ku di Sibata 2012’an de hat avakirin, hatin girtin. Enstîtuya Kurdî û Akademî ji wê demê heta niha xebatên li ser ziman, wêje, dîrok û hemû xebatên di nav zimanê Kurdan dimeşandin, hatin girtin. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê 25 salan xebatên girîng yên li ser pêşvebirina zimanê Kurdî da meşandin û heta niha di gelek qonaxên dijwar re derbas bû. Enstîtuya Kurdî ji aliyê rewşênbîrên Kurd Mûsa Anter, Feqî Huseyîn Sagniç û gelek kesên din ve hat vekirin û ji bo sazîbûna gelê Kurd bû destpêkeke girîng û dîrokî. Bi hezaran mamoste û xwendekar perwerde kir û di warê dersdayîna Kurdî de bû wek akademiyeke Kurdan. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji roja hat damezrandin heta niha bi sedan pirtûk û ferheng çap kir û berpêşî nêvenga zimanê Kurdî kir. 


Mizginiya dewletê ya sersalê!


Akademiya Ehmedê Xanî jî ji 21’ê Sibata 2012’an ve ji bo wêje, dîrok û pêşvebirina zimanê Kurdî hat vekirin û 5 sala bênavber xebatên girîng da meşandin. Li Akademiyê gelek xebatên girîng ku mohra xwe li raya ziman û wêjeyê da hatin meşandin.
Ev her du saziyên ku bi xebatên xwe yên dîrokî û girîng dihatin pênasekirin, bi riya KHK’ê roja dawiya sala 2016’an deriyên wan hat mohkirin û girtin. Di roja dawî ya 2016’an de qeyd û bend li zimanê Kurdî hat xistin. Zimanzan û Serokê berê yê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Zana Farqînî û Hevserokê Akademiya Ehmedê Xanî li dijî girtina saziyên zimanê kurdî nerazîbûn dan nîşandn.



Êrîş ji serê kêm nebûn


Zimanzan Zana Farqînî ku yek ji şahidên vekirina Enstîtuyê ye, got: “Her çiqas sazî hatibe girtin jî lê em ê ji bo bîranîna navdarên Kurd bixebitin û layîqî xebata wan bin. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji roja 18’ê Nîsana 1992’an de ku hat vekirin şûn ve heta roja îro êrîş ji serê kêm nebûn.”


Bandorek mezin li ser civakê kir


Farqînî anî ziman ku, vekirin û hebûna Enstîtuyê bandoreke gelek erênî li ser Kurdan kir û wiha peyivî: “Enstîtuya Kurdî di warê xwe de ji bo pêşvebirina xebatên Kurdî de bû otorîte. Xebatên Enstîtuyê wisa hêjayîbûn ku civak dikare wê qebûl bike. Ji wê kevneşopiyê dest bi xebatên xwe kir û heta roja me ya îro domiya. Ev sazî di warê ziman û xebatên akademîk de xebatên bêhempa dan meşandin. Şopek gelek giranbuha li dû xwe hişt. Enstîtuyê serkêşiya bi hezaran kesên ku dikarin mamostiya zimanê Kurdî bikin gihand roja me ya îro.”


‘Doh  diyarî, îro bû neyarî‘

Farqînî destnîşan kir ku bêyî lêpirsîn û dozên hiqûqî  saziyên wek Enstîtuyê tên girtin û wiha axivî: “Ji ber tu xebat û çalakiyên saziyên li wan tu lêpirsînek nehatiye vekirin. Ji roja Enstîtu hatiye vekirin û heta îro tu berhemek wê nehatiye qedexekirin û doz nehatiye vekirin, lê çima ev sazî hat mohrkirin? Ew kesên ku aqilmendiyê ji vê dewletê re dikin an jî ji hikûmetê re dikin wisa xuya ye ku ne xêrxwazê civakê ne. Ew aramiya civakê li nav hev didin û têk dibin. Bê aramiyê dixin nav civakê. Dema Serokkomarê wê demê Abdullah Gul çû serdana Şaredariya Êlihê û Cîgirê Serokwezîrê wê demê Bulent Arinç hatibû serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ferhenga min a ku ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hatibû weşandin teqdîmê wan hat kirin, nebû pirsgirêk, lê niha ev sazî tê tewanbarkirin û girtin. Saziya zimanê Tirkî ji bo ferhengeke Kurdî û Tirkî, ji min ferhenga min xwestin. Lê îro rabûne saziya ku van ferhengan weşandiye digire sedem çî ye? Ez van girtinan wek tiştekî bi mantiq nabînim. Ez hêvî dikim ku demek nêz de ji şaşîtiya biryara girtina Enstîtuya Kurdiya Stenbolê vegerin.”



Bi çi mantiqî û ferasetî van saziyan digirin?

Farqînî bi lêv kir ku bi girtina saziyên Kurdan qada siyasî ya xebatan, maf, azadiyan tên astengkirin û wiha domand: “Eger ku Kurd hebin û hebûna wan hatibe qebûlkirin, pêwîst e sazî û dezgehên gelê Kurd neyên girtin û astengkirin. Ez dibêjim kesê ku ji dewlet û hikûmetê re aqilmendiyê û jîrikiyê dike zerarê digîhîne dewlet, hikûmet û xelkê jî. Ev sazî xebatên çandî yên Kurdî didin meşandin. Çanda gelekî mafê herî sereke ye. Xebatên însanî, hiqûqî û demokratîk in. Di nav civakek girtî de girtina van saziyan bi tiştekî nayê îzahkirin. Gelo ev bi çi aqil û ferasetê van saziyan digirin? Girtina vansazî û komeleyan ne qanûnî û hiqûqî ye. Ew kesên ji bo girtina saziyên Kurd ên bûne sedem dê poşman bibin.”




Xezebe wan ji tirsa nava wan e

Hevserokê Akademiya Ehmedê Xanî Îbrahîm Halîl Taş jî destnîşan kir dewleta Tirk ji avakirina komarê heta niha her êrîşî çand û zimanê Kurdan kiriye û wiha peyivî: ”Tu hêz nikare zimanê Kurdî qedexe û asteng bike. Tu kes nikare bi darê zorê bayê gur ê zimanê Kurdî ji şûn ve bizivirî ne. Ev ba li ba bûye. Dibe ku saziyên me yên çand û ziman hatibin girtin, lê ew nayê wê wateyê ku Kurd dev ji zimanê xwe berdin. Hêviyên me yên geşkirina ziman hin bêtir xurt bûn. Dibe ku mohr li deriyê saziyên me hatibe xistin, lê hemû malên Kurdan polên dersdayîna ziman, dîrok û wêjeya Kurdî ye. Her çiqas saziyên me hatibin girtin jî em jî bê rêbaz nînin. Çiqas dewlet bi ser zimanê Kurdan ve bê, pêwîst e hemû gelê Kurd jî xwedî li zimanê xwe derbikeve. Lê bila her kes baş dizanibe em ê tu carî hêviyên xwe neşkênin û bê alternatif nîn bin.”


BÎLAL GULDEM  / DÎHABER / AMED