Di bîra me hemiyan de ye teşiya di destê dayîka me de û em kêfxweş ji vê ku gelo wê vê carê çi ji me re ji vê tayê li ser teşiyê birêsîne. Pêşketina hunera destan di her civakê de asta estetîk û naziktiya fikir û hest nîşan dide. Bi taybet ji ber ku afirênerê vê hunerê jine, hemû neqiş û nigarên li ser her hunerek destan îfadeya nazenîntiya ramanek serbixwe û cêwaze. Ya rast wateya jiyana kolektîv, tije ked û bêhesab di neqşên her hunerek destan de mirovan şaş û matmayî dihêle. Her jinek dema tevna xwe li darxistiye, hemû hestên xwe jî pê re rêsandiye.  

Ew xalî yan jî her hunerek destan ku xemlek cêwaz didin malên me, çîrokek wan heye ku em gelek kes jê bêxeberin. Gelo em dizanin ji bo xaliya li bin lingê me, çend destên biçûk ên keçên hejar birîndar bûye? Gelo em dizanin ji bo heman xaliyê çend keçên di bin temenê 15 saliyê de tûşî nexweşiyên çav û piştêşê bûne? gelo em dizanin çend keçan ji ber karê giran ê xalîçêkirinê dawî li jiyana xwe anîne? Dibe ku gelek kes bêjin ev ji ku derket, ma ne te li jor behsa bedewî û xweşikiya vê hunerê dikir. Erê raste, ez hêjî li ser gotina xwe me. Hunera destê jinan ku rojekê pîroz bû, îro lenet jê dibare. Berê huner bû, îro kuştina hunerê ye.  

Keda wan tê desteser kirin

Wek hunera bedewiyê jî tê naskirin. Êdî bedewiya vê hunerê di bin siya zor û zextên malbat û civakê de maye. Çêkirina ferşan bi taybet di van salên dawî de li Kurdistanê û herêmên hejar ên Îranê gelekî li pêşe. Hêjî hêjmara kesên ku li ser ferşê kar dikin, nayê zanîn û dewlet ji bo ku amara wan ya fermî neyê zanîn, astengiyan çêdike. Dewlet ji bo ku malbatan neçarî çêkirina ferşan bike, serî li her rêzbazê dide. Wek ku wê ferşên wan bi buhayek zêde bifiroşe, pereyek zêde li ser de bide wan û… ferş yek ji wan hunerê destane ku Îran difroşe derev û di warê aborî de pareke zêde ji rêka vê tîcaretê bi dest dixe. Ji bo ku bazara vê tîcaretê bihêz bibe, hemû malbatan teşvîqî çêkirina feraşn dike. bêrê li Kurdistanê ferşçêkirin ji bo malbatek hejar çavkaniyek ji bo debara jiyanê bû lê mixabin a niha herî zêde malbatên dewlemend zarokên xwe neçarî vê karê dikin. Dewlet bêyî ku guh bide cihê kar û şert û mercên zehmet a vê karê dijwar, tenê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe yên aborî û ji bo ku hunera xwe! Nîşanî cihanê bide, bi hezaran mexdûrên vê karê ji nedîtî ve tê.

Di mercên giran de dixebitin

Piraniya karkerên ferşçêkirinê zarokin. Bi taybet zarokên keç ku jêr temenê 15 saliyê de ne. Kargehên ferşan mekanên vehşet û kabûsa van keçane. Saetên kar derveyî saetên standar in û heta derengiya şevê û ji bo ku çêkirina wê zû xilas bibe û zû were firotin, zarokên keç şev û roj di wan kargehan de bênavber kar dikin. Hunera ku rojekê jinan ji bo ku sebira xwe pê bînin yan jî bi dilê xwe û bi keda destê xwe û bi hezkirin çêdikirin, îro hunera keda destê wan bûye kabûsa şevên wan. Dema mirov dikeve wan kargehan, hewaya ne paqij û bi nem, dan û standina nefesa mirov bi zehmetiyê re rû bi rû dihêle.

Çîroka Zîbaya bextreş
Çîroka keçek 15 salî bi navê Zîba vê rastiyê baş tîne pêş çavê mirov. Ji gundek li herêma Kotolê a Rojhilate. Di 7 saliya xwe de dest bi çêkirina ferşê kiriye. Ji ber ku kargeha gundê wan biçûk bûye, bavê wî bi zorê rêdike kargehek mezin li bajarokek nêzî wan. Li wir bûye şahidê gelek zor û zehmetiyan ku ti caran ew sirr ji kesî re negotiye. Berpirsyarê kargeha wan kesek azerî ye û bi caran hewil daye dest bavêje wê û jinên li wê kargehê de. Ti caran ji wir derneketine û heta 14 saliya xwe li wir kar kiriye. Car û bar ji bo dîtina malbatê hatiye gundê xwe û hema çend rojan maye û dîsa vegeriyaya. Ti caran newêriye ji tirsa bavê xwe behsa zextên li wir bike. Tenê ji dayîka xwe re gotiye lê dayîka wê jî bi acizî gotiye; tu dixwazî werî kuştin, tu behsa wan tiştan dike, wê zimanê xwe jêke û têxe bin erdê, nakû wê bavê te, te binax bike! Di 14 saliya xwe de dema ji kêfxweşiya ku ferşa herî xweşik û mezin bi dawî bûye û wê vegerin mal, fam dike ku bavê wî ew bi buhayek ji ferşê erzantir daye tucarek azerî ku hatiye ferşa wan bikire. Min Zîba demek beriya niha li Başûrê Kurdistanê dît. Ew û hevalek wê ya bi navê Nazenîn ku bi hevre bi salan ferş çêkirine, revîne û hatine Başûr. Zîba xwedî kurek yek saliye ku ew jî bicih hiştiye û reviye. Destê wê hemû birîn bibûn, dema min sedema wê pirsî got; birîna dest dibihore lê kê birîna ruhê min derman bike? Zîba yek ji mexdûrên ferşçêkirinê ye ku di warê ruhî û fizîkî de ew jî di temenek biçûk de rastî her cûre zext û zoriyê hatiye. Yek ji xeyalên wê ewe ku rojekê hemû jin ji zindana kargehên ferşan derbikevin û rûyê rojê bibînin. Ji ber ku dîtina rojê ji wan re hesrete, karkerên biçûk û bêguneh. Û herî dawî sozek daye xwe ku ti caran lingê xwe daynene ser ti ferş û xaliyekê. Dema ji karê zêde westiyaye û li ser ferşê bi xew re çûye, gelek caran kêr li destê xwe daye. Dibêje; dema ez lingê xwe daydinim ser ferşê, wek ku ew kêlî ji min re zindî dibe, wek ku kêrek din dîsa li destê biçûk ê keçekê ket.
Û niha dema çavê min bi her ferş yan jî neqşekî dikeve, wêneyê çavê reş û tije gotin ê Zîbayê di rêzên hûnandî de dibînim. Û dizanim êdî her neqşek çîrokek wê heye. Min rengê tayê ferşa wê jê pirsî, ew û Nazenîn bi hevre axînekê dikşînin û dibêjin; Şîn…



GELAWÊJ EWRÎN