Li Parka Deriyê navçeya Ranya ya ser bi herêma Raperîn a Silêmaniyê 4’emîn Festîvala Pirçandî destpê kir. Di festîvalê de tîm û komên ji neteweyên weke Kurd, Ereb, Yarîsan, Tirkmen, Azerî, Kelhûr û Lorî pêk tên, cih digirin. Di destpêka festîvalê de peyama qaymeqamê Ranyayê ku hat xwendin, xêrhatina hemû beşdaran a ji bo festîvalê kir.
Bi ziman û çanda xwe, li vir tên gel hev
Ji koma Yarîsan ku yek ji komên tevlî Festîvala Pirçandî ya li Ranyayê bû, Nesteren Ebulhesen ji ajansa Roj News re wiha peyîvî; “Tevlîbûn û xebata ji bo lidarxistina festîvaleke wiha cihê kêfxweşiyê ye. Bi taybetî hatina netewe û çandên cuda ya li gel hev, ew pirrengiya çêdibe, mirov kêfxweş dike. Ev cara duyemîn e ez bi boneya tevlîbûna xebateke wiha serdana Başûrê Kurdistanê dikim. Tişta me kêfxweş dike ew e ku hemû hunermend û kom bi ziman û çanda xwe, li vir tên gel hev.”
Pirrengiya çandan e
Her wiha berpirsê koma Ronak a tevlî festîvalê bû, Kîwan Elî Mihemed hestên xwe yên tevlîbûna festîvalê wiha anîn ziman: “Koma me ji hemû neteweyên Îranê weke Kurd, Lorî, Ereb, Fars, Belûc, Azerî û Yarîsanan pêk tê. Ev jî pirrengiyeke hatina gel hev a çandên cuda ye. Armanca me jî ew e ku cihêrengî bên gel hev. Heya niha li 30 welatên cîhanê em tevlî gelek festîvalên cuda bûne. Li vir jî peyama me ji bo hemû neteweyan ew e ku mûzîk û çanda xwe biparêzin. Ji ber ku her neteweyek bi çand û şêweyê xwe ve xweşik e.”
MIHEMED HESEN / KARÛX WIRTÎ / ROJNEWS / RANYE