
Duyemîn Mîhrîcana govendên Kurdistanî ku li bajarokê Rojava Rimêlanê hat lidarxistin, bi xelatkirina komên serketî bi dawî bû.
Mîhrîcana Govendên Kurdistanî pêr li navenda Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlan destpê kir. Di mîhrîcanê de 14 komên govendê yên ji Kantonên Kobanê, Cizîrê beşdar bûn.
Hemû rengê Kurdistanê
Di beşa yekemîn a mîhrîcanê de, koma Şehîd Warşîn a bajarê Tirbespiyê, şêwegovendek ji kevneşopiya herêma Wanê a Bakurê Kurdistanê pêşan da. Koma Şehîd Welat a ji bajarê Qamişlo şêwegovendek ji herêma Serhedê ya Bakurê Kurdistanê nîşan da. Koma Şehîd Dîcle a jinan a ji Kobanê jî şêwegovendek pêşan da. Koma Tolhildan a ji bajarê Hesekê jî şêwegovendek ji herêma Dîlokê pêşkêş kir. Koma Şehîd Sara ya ji bajarê Amûdê jî şêwegovendek ji herêma Gimgimê pêşkêş kir. Koma Koçerat a ji herêma Dêrikê jî şêwegovendek ji herêma Amedê pêşan da. Her wiha koma Şehîd Hogir a girêdayî Yekîtiya Ciwanên Rojava jî şêwegovendek pêşan da.
Rengê Ereban jî hebû
Di mîhrîcanê de her wiha hin komên ku weke Koma Kevneşopî ya ji herêma Koçerat û Koma Desteya Bilind a çand û hunera Ereban jî ku weke mêvan amade bûn jî, lîstikên xwe pêşkêş kirin.
Di beşê duyemîn ê mîhrîcanê de jî komên weke koma Şehîd Bêrîvan a ji bajarê Serêkaniyê, Koma Şehîd Sînana a ji bajarê Kobanê her yekê şêwegovendek ji herêma Rihayê, Koma Şehîd Canfîda a ji bajarê Til Temir şêwegovendek ji herêma Amedê, Koma Şehîd Lezgîn a ji bajarê Dêrikê jî şêwegovendek ji herêma Bedlîsê, Koma Şehîd Roza Cûdî a ji bajarê Dirbêsiyê şêwegovendek ji herêma Rihayê, Koma Kilan Zelal a ji bajarokê Rimêlanê şêwegovendek ji herêma Elezîzê û koma Koçerat şêwegovendek ji çanda koçeran, ji bo performansên xwe bijartin.
3 kom hatin xelatkirin
Ev şêwegovend ji aliyê lijneya çavdêr a ji 5 kesan pêk ve hatin nirxandin.
Lijneyê 3 kom weke komên serketî neqandin. Li gorî vê biryarê Koma Şehîd Sînan a ji bajarê Kobanê bû yekemîn, Koma Tolhildan a ji bajarê Hesekê bû duyemîn û Koma YCR’ê bû asta sêyemîn.
Paşê Hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê Bêrîvan Xalid, Endamê rêveberiya Tevgera Çand û Hunerê Mihemed Xela û dayikên şehîdan ev kom xelatkirin.
ANHA/QAMIŞLO