Her çiqas derbarê pirsgirêkên perwerdehiyê de hikûmeta AKP'ê bêje "Tu pirsgirêk tunene" li Tirkiyeyê her roj di vî warî de pirsgirêkên nû rû didin. 30 xwendekarên li gundê Nevalêmulk a girêdayî bajaroka Kizilagaç a Mûşê rûdinên û diçin polên 4 û 5'an ji bo biçin dibistanê her roj 4 kîlometre rê dibin berfê de dimeşin û diçin Dibistana Leylî ya Heremî ya Komarê ya li bajarokê. Xwendekar di nava hevteyê de li dibistanê dimînin, lê di dawiya hefteyê de bi meşê diçin gundê xwe. Xwendekara pola 5'an Sumeyye Derelî rewşa xwe û zehmetiyên dikişîne di nava rondikên çavan de vegot û destnîşan kir ku ev rêya 4 kîlometreyan ji bo wan bûye wekî eşkenceyê. Bavê Derelî, Fethî Derelî da zanîn ku ji ber servîs tuneye bi neçarî zarok ji bo biçin dibistanê bi peyatî diçin bajarokê. Derelî ev tişt gotin: "Servîs tuneye. Ez jî bi wan re diçim bajarokê. Tu kes eleqe nîşanê rewşa me nade. Dibistana me heye. Lê mamoste tuneye. Ger mamosteyê me heba me ev zehmetî nedikişand." Li gundê Karakuyuya girêdayî navendê jî rewş ne cudatir e. 44 xwendekarên pola destpêkê (anaokulu) li mala şînê ya gund perwerdehiyê dibînin. Gundî bi xwe lêçûyînên van polan didin.
Lê li gel vê yekê li gori Parlamenterê AKP'ê yê Mûşe Faruk Işik, li Mûşê pirsgirêka perwerdehiyê tuneye!. Parlamenter Işik di daxuyanipa xwe ya dayî rojnamevan de got ku li Mûşê tu pirsgirêkên perwerdehiyê tunene.
NECDET YENTURK- DÎHA/MÛŞ