Girtiyan dan diyarkirin ku zextên ji 12’ê Îlonê wêdetir hene û xwestin pêşî li girtîgeha Osmaniyeyê û paşê li hemû girtîgehên din lêkolînên serbixwe pêk bên.
Girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê bi boneya protestokirina girtin û binçavkirina, rewşa girtîgehan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji 1’ê berfanbarê ve dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirine. Girtiyan binpêkirinên mafan ên ku ew pêre rû bi rû dimînin, ragihandin.

Roja bê îşkence tune ye 
Li ser navê girtiyên PKK'î û PAJK'yî Denîz Kaya têkildarî pêkanînên li ser girtiyan daxuyaniyek nivîskî da. Kaya diyar kir ku greva birçîbûnê ya girtiyên PKK'î û PAJK'î ya ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelö Kurd Abdullah Ocalan dê bidome.
Kaya, da zanîn ku wan weke girtiyên PKK'î û PAJK'î di 1'ê berfanbarö de daxuyanî dabûn û diyar kiribûn ku ji bo protestokirina tecrîda li ser Ocalan û terora girtinê ya ser gelê kurd şermezar bikin dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Kaya, anî ziman ku piştî vê biryarê rejima şer a taybet zext, zordari û polîtikayên qirêj ên li ser hevalên di girtigehan de zêdetir kir û wiha got: "Di girtîgehên ku hevalên me lê dimînin roj tuneye ku agahiya îşkenceyê nayê.
Kaya got; “Her roj sewqkirinên bi zorê û êriş pêk tên. "Serokwezirê Tirkiye û hikumeta AKP'ê şerm nakin û dibêjin li girtîgehan zimanê kurdî serbest e û girtî dikarin bi kurdî biaxivin. Em ji vir îlan dikin ev dereweke mezin e, xapandin e.

Kurdî qedexe ye 
Kaya îdîayaên ku dibêjin kurdî di girtîgehan de serbest e jî derewand û got; “ Li girtîgehan wek duh, îro jî zimanê zikmakî qedexe ye, tê astengkirin. Tu weşanên kurdî nadin me yan jî bi zorê ji me pereyê tercumanan tê xwestin. Dema ku em pere nedin jî ew weşan wek tiştek metirsî tê nirxandin û nayê dayîn. Tu rojname, kovar û pirtûke muhalif-demokrat nayê dayîn. Tiştên ku malbatan dişînin jî yan winda dibin an jî di rewşekê ku neyê bikaranîn digihêje destên me."

Girtiyên nexweş nayên dermankirin 
Kaya, destnîşan kir ku di demên dawî de rewşa girtiyên nexweş giran dibin û girtî nayên dermankirin. Kaya, bilêvkir ku girtiyên nexweş nayên dermankirin û nayên berdan. Kaya, bilêv kir ku dîsa dema girtiyan dibin nexweşxaneyê jî îşkenceyê bi wan dikin û ji wan dixwazin ku wan bikin sîxur. Kaya, daxuyand ku dema girtî diçin hevdîtinê jî di lêgerinek pir xerab re derbas dibin û hevdîtin li wan dibe îşkence.

Kaya, destnişan kir ku di girtîgehan de pêkanînên ku 12'ê îlonê jî derbas dibin hene û wiha dawî li axaftina xwe anî. "Bi taybetî li girtîgeha Osmaniyeyê ewlehiya hevalên me tuneye. Em bang li parêzvanên mafên mirovan û partiyên ku li meclisê komên wan hene dikin ku di serî de li girtîgeha Osmaniyeyê li hemû girtîgehan lêkolînan bikin. Em ji her kesi dixwazin ku li hemberî van pêkanînan bi hestiyar tev bigerin. 

ANF/AMED