Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL der barê berxwedana Leyla Guven de daxuyaniyeke nivîskî weşand.Di daxuyaniyê de îşaret bi van xalan hat kirin;

“Bi teqez ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber APO, greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a ku Leyla Guven pêşengtiya wê dike di roja 59’an de ye. Her roja diçe li ser jiyana Leyla Guven metirsî zêdetir dibe. Leyla Guven ji bo xwedî li Rêber Apo derkeve greva birçîbûnê da destpêkirin û ji bo piştgirîdayîn û geşkirina berxwedanê li Hewlêr, hepsyên PKK û PJAK’ê li hapsan, li navenda Ewropa Strasboûrgê û li Newton a Gallerê çalakiyên greva birçîbûnê hatin destpêkirin.

Tevî ku rewşa Leyla Guven ketiye qonaxa kritîk jî lê serî de CPT, Konseya Ewropa û saziyên navnetewî bêdengin. Ji ber vê sedemê weke gel divê em vî dengê berxwedanê geştir bikin. Heta ku berxwedan encam negre gelê Kurdistan û bi dostên xwe re divê em li ser pêyan bin. Ev erk û berpisyariya me, her welatparêzêk û mirovê demokrat e. Divê neyê jibîrkirin ku bi desteka me re wê çalakî encam bigre.

 

NAVENDA NÛÇEYAN