Girtiyên PKK û PAJK’ê ku ji 12 îlonê vir ve dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger kirin, hîna jî didome. Her roj  piştgiraya ji bo grevan zêde dibin. Komên ku tevli grevan dibin jî berdewamin. Çalakiya grevê ya ji bo ewlehî, tenduristî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û astengiya pêşiya perwerdayiya zimanê zikmakî bê rakirin, bê navber domdike û piştgiraya ji bo çalakiyê jî her ku diçe zêde dibe. Çalakiya ku her ku diçe girseyî dibe, hemê hemwelatî tevli bûnê jêre çêdikin. Ji bo vê li ber beriyên girtîgehan  dayikên çavên wan bi rûdik, hem di çalakiyan de, hem jî di grevên birçîbûnê de dengên xwe bilind dikin.
Dayika Hayriya Dogan a 78 salî ku li navçeya Peyasa Amedê rûdine, yek ji dayikên Kurd yên ku li benda zarokên xwe ne.  Teybetmendiyeke dayika Dogan heye ku zarokên wê ne di girtîgehê dene. Li gel ku zarokên wê ne girtîne, her roj ji bo piştgiriya çalakiyan li ber girtîgehê rûdine. Dogan, her roj 2 kîlometreyan ji bo bê ber deriyê girtîgeha Tîpa E ya Amêdê ji navçeya Peyasê dimeşe. Dogan ji ber pirsgirêkên aboriyê, li gel ku pereyên wê tunene bide heqê rêya xwe, cardin li beramberî hemû zoriyan, berî çalakiyan bi saetekê ji mala xwe derdikeve û encex digehe çalakiyê. Piştî ku tevli çalakiyê dibe, cardin bi meşê diçe mala xwe. Dogan diyar dike ku tenê yek daxaza wê heye, ew jî azadbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dîlên azadiyê ye.  


Baweriyeke xurt
Dogan anî ziman ku, di salên 1990’an de, 3 lawên wê, Mehmet Alî, Abdulkadir û Fahrettîn Dogan di dîrokên cûda de tevli refên PKK’ê bûne û her sê zarokên wê di şer de jiyana xwe ji dest dane. Dogan wêneyên zarokên xwe di gerdena di stuyê de xwe de di parêze. Dogan diyar dike ku ew tu çaran gerde û  rozeta xwe dernaxe û wiha axivî: “Min tu çarî baweriya xwe ya ku ez şûpa zarokên xwe de herim, winda nekiriye û tu carî jî ez ê winda nekim”
 

DÎHA/AMED