
Wezîrê Darayî yê Herêma Kurdistanê Rêbaz Hemlan ku ji aliyê PDK’ê ve ji peywirê hatiye girtin, diyar kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bixwe sê meh in neciviyaye. Hemlan got; “Hikûmet ji bo çareseriya pirsgirêkan daxwaza civînê dike. Lê xelk hemû dizane çi pirsgirêk hene.”
Bila hikûmet hizbayetiyê neke
Wezîrê Darayî yê Herêma Kurdistanê Rêbaz Hemlan ku nêzî salekê ye ji ber pirsgirêkên siyasî yên di navbera Tevgera Gorran û PDK’ê de ji aliyê PDK’ê ve ji peywirê hatiye girtin, der barê krîzên li Herêma Kurdistanê de peyamek belav kir. Rêbaz Hemlan di peyama xwe de diyar kir ku divê hikûmet alîgirtiya hizban neke. Hemlan bang li Serokê Desteya Wezîran kir û got: “Niha rewşa jiyana welatiyên Herêma Kurdistanê gelek xirab e, di warê aboriyê de, her roja ku diçe xerabtir dibe. Niha qonaxa birçîbûnê destpê kiriye û ev qonax jî gelekî metirsîdar e. Bi taybet ji ber rewşa siyasî û şerê DAIŞ‘ê û pêşbaziyên siyasî xelk ne rehet e û pirsgirêkên civakî derdikevin. Tenê hêviya wan hûn in ewên ku welat bi rêve dibin. Hûn jî niha ji nû ve hatine dibêjin emê bicivîn. Hûnê çi eşkere bikin? Xelk her tiştê dizane.”
Destê xwe ji jiyana gel berdin
Wezîrê Darayî yê Herêma Kurdistanê Rêbaz Hemlan diyar kir ku rewş ji dest çûye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Civîn hizbî ne, yên petrolê û berjewendiyên kumpanya nin. Petrola Kerkûkê ti pirsgirêkan çareser nake. Ji ber vê yekê divê hûn dest ji pirsgirêkên siyasî berdin. Hizbayetiyê nekin. Divê bi lezgînî hûn li ser jiyana vî gelî rawestin û rewşa jiyana wan baş bikin. Siyaseta aboriya vî welatî biguherîn. We nehişt em biguherin, fermû hûn bi xwe biguherînin. Ji bo berjewendiyên xelkê, ji bo em ji destxweşiya we bikin.”
Perê hikûmetê heye lê mûçe nade
Pisporê Aborî Huner Şêx Lengeyî diyar kir ku mesele ne ew e ku hikûmet xwedî dahatekî ne baş e, bileks dikare mûçe bide û wiha axivî: “Eger ev krîza darayî bidome, wê krîzên mezin rû bidin.”
Huner Şêx Lengeyî got ku li gel hikûmetê pere heye û nade û wiha peyivî: “Ji ber ku hikûmet rojane zêdetirê 800 hezar varêlên petrolê difiroşe. Zêdetir 600 hezar varêl ji bo Tirkiyeyê û 200 hezar jî ji bo navxweyî bi kar tê. Ev hemû dehat bi kû ve diçe? Pereyê ceyran, av, çûnûhatinê hemû çi jê tê? Dahata hikûmetê zêdetirê 700 milyon dolare mahane, bi vê dahatê jî dikare mûçeyê hemû karmendan bê kêmanî bide.”
NAVENDA NÛÇEYAN