Saleke din di ser komkujiya Zergelê re derbas bû û birîna Zergale girantir dibe. Li cihê kewîna birîna Zergelê, birîn nû dibe. Doh 4’emîn salvegera komkujiya gundê Zergelê bû ku 8 welatiyên sivîl ku di nav de jin û zarok jî hebûn ji aliyê balafirên şer yên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Tevî hemû komkujiyan jî hê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê bêdeng in.

Di 1’ê Tebaxa 2015’an saet 04:00’ê serê sibehê de, balafirên şer yên dewleta Tirk êrişê gundên Binarê Qendîlê kir. Balafiran bi awayekî hovane gund bombebaran kirin. Gundê Zergelê jî yek ji wan gundan bû. Balafiran li gundê Zergelê 8 welatiyên sivîl qetil kirin û 10 kes jî birîndar bûn. Her çiqas 4 sal di ser komkujiyê re derbas dibin jî hîna birînên wê nû ne. Ji ber ku hêzên Kurdistanê nekarîne yekîtiya xwe çêkin û pêşiyê li komkujiyan bigirin û bîrîna Zergelê nehatiye derman kirin. Parçebûna di nava Kurdan de wiha dike ku komkujî dûbare bibin.

Komkujiya Zergelê çawa rû da?

Balafirên şer yên dewleta Tirk wê rojê êrişa yekem birin ser mala Mam Xidir, li wê derê hevjîna Mam Xidir, Ayşê jiyana xwe ji dest da û hinek kesên din jî birîndar bûn. Piştî ku welatî bi bûyerê hesiyan li hewara mala Mam Xidir çûn. Dema ku welatî gihiştin malê, balafirên şer yên dewleta Tirk careke din ew mal bombebaran kirin. Di encama êrişa duyem a li ser malê de 7 kesên din jiyana xwe ji dest da. Bi giştî 8 kesana jiyana xwe ji dest da û 10 kes birîndar bûn.

Helwêsta Parlamenê

Dema ku komkujî çêbû şandeke lijneya Mafê Mirovan a Parlamena Herêma Kurdistanê, bi pêşengiya serokê parlamenê çû serdana Zergelê. Piştre raporek amade kir û radestê serokatiya parlamenê kir. Di raporê de şehîdkirina 8 welatiyan weke komkujî hate binavkirin û daxwaz hat kirin ku tazmînat were dayîn.

Heta îro ti tezminat ji bo gundiyan nehatiye dayîn û xaniyên wan xirabûyî ne.

Mihemed Emîn Xidir ê kurê Asya ku kurê wê Karux û pismamê wê Salih şehîd bûbûn, bi xwe jî ji rûyê xwe birîndar bûbû. Ew niha jî gelekî bi fikar e û dibîje, “Her roj komkujî dubare dibin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê bêdeng e û ti helwêsta wê nîne.”

Dema ku li Zergelê komkujî pêk hat, Mihemed Emîn û hinek malbatên din hîna xaniyên xwe yên nû temam nekirîbûn. Bi dil li ser dixebitîn. Li bendê bûn ku di payîzê de biçîn xaniyên xwe yên nû. Lê, dewleta Tirk hêviyên wan bi erdê re kirin yek  û xaniyên wan rûxandin. Mihemed Emîn got; “Hîn pereyên derî û penceyên wan li ser me mane ku me bi dilek xweş çêkirîbûn.”

Hevşaredara Şaredariya Binarê Qendîlê Gulale Osman li ser vê mijarê got;”Mixabin, bombebaran û komkujî dubare dibin. Armanca Tirkiyeyê ne tenê PKK ye, armanca wê hemû Kurd in, heta zarokên biçûk jî şehîd dike. Gelek ziyan bi jîngeh, rez û baxçeyên gundan jî dikeve. Ji derveyî vê Tirkiyeyê ziyan gihandiye ceryana nîştimanî, projeyên avê û û rêyan jî.”

MIHEMED HESEN / ANF / RANYA