Ji bo şehîdên înternasyonalîst ên li Rojava ji bo azadiyê şerkirî, Demhat Goldman (Robert Grodt ji DYE), Soro Zinar (Luke Rutter ji Meliktiya Yekbûyî), Rodî Deysie (Nicholas Warden ji DYE), û Martyr Zafer Qereçox (David Taylor ji DYE) doh danê sibehî li Dêrikê merasîmeke cenaze hat lidarxistin.
Merasîma eskerî destpêk bû û bi sedan kes beşdarî merasîma cenaze bûn. Dayikan wêneyên şehîdan hilgirtin û hevrêyên wan jî darbesta wan li ser milan birin heta bi deriyê sînor ê Sêmalka.
Li ser navê Fermandariya Giştî ya Tabûra Înternasyonalîst Cesur Herekol Israel li vir peyivî û got, “Her şehîdek ji bo me sozeke serketinê ye. Şehîd rêberên me, rênîşandêr û îlhama me ne.
Bi şehadeta Şehîd Demhat, Şehîd Soro, Şehîd Rodî, û Şehîd Zafer; em soza xwe ya ji bo serketina azadî û şoreşê dubare diki.
Em wekî hevrêyên wan, em ê timî bi wan serbilind bin û bidin ser şopên wan li dûv xwe hiştî. Ji niha ve hevalên înternasyonalîst navên wan hildan. Agirê azadî û aştiyê wê vêketî bimîne û li Rojhilata Navîn û jê û wêde belav bibe. Bi vê hêvî, wêrekî û biryardariyê em careke din dibêjin Şehîd Namirin! Bîjî YPG and YPJ! Bîjî Serok Apo!”
Cenazeyên şehîdan paşê ji bo ber bi welatên wan ve bên birêkirin, derbasî Başûrê Kurdistanê hatin kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN