Civata Şano ya Dûvara Karşi, civateke ku xwe otonom bi nav dike û li kolan, tax, grev û qadên berxwedanê bi dirûşma “Em ê ne temaşeker bin, em ê yên pêkhêner bin” tevdigere.

Ev koma şano bi giranî li Îzmîrê dixebite. Kom ev sê sal in li kolanan, li qadên 1’ê Gulanê, li kargeh, grev, tax û kolanan lîstikên şano pêşkêş dike. Kom di sala 1996’an de hatiye damezrandin.

Koma Şano ya Dûvara Karşi, niha amadekariyê dike ku lîstika antî mîlîtarîst a bi navê “Li derve, li ber derî” ya nivîskarê Elman Wolfgang Borchert pêşkêş bike. Endamên komê bang li her kesên li ber şer radibin kir, ku li lîstikê temaşe bikin.

Yek ji damezrînerên vê civatê Vedat Kûşkû bibîr xist, ku ji salên 1980’ê û vir ve di vê astê dest li hunerê nayê werdan û got, “Grûp Yorûm, Orhan Gencebay, Bulent Ersoy nekarîbûn derkevin qenalên dewletê. Lê belê dema mirov li vê serdemê dinêrin, tê dîtin ku zexta li hunerê zêdetir bûye. Bi biryarnameyên dawî re gelek saziyên malên huner û şanoyê hatine girtine.”

‘Emê hê xurtir bên‘

Kûşkû destnîşan kir, ku karê sereke yê zîhniyeta zordaran, girtina saziyan, jiholêrakirin û qedexekirina hunerê ye û wiha dewam kir: “Naxwazin gel zane bibe. Zîhniyeta faşîzan di her serdemê de ewilî êrîşî sosyalîstan û rojnamevanan dike. Piştre dor tê hunerê. Em niha di asta êrîşa dijî hunermendan de ne. Em di serdemeke welê de ne, ku mirovên karê wan tenê huner e, niha girtî ne. Huner ne ya qedexekirinê ye. Mijara ku AKP jê fêhm nake ev e. Huner ji nava xweliyên xwe ji nû ve dafire. Huner wê di nava van şert û mercan de hê şoreşger bibe.”

Vedat Kûşkû bal kişand ser Navenda Çanda Mezopotamyayê ku di dema dawî de hat girtin û got, “Li Amedê, weke refleksa destpêkê, dikeke nû ya ji nava çar dîwaran rizgar bûye, ava bû. Ya rast, em dibînin ku ev saziya nû vebûye, xurtir bûye.”

Di dewama axaftina xwe de Vedat Kûşkû da zanîn, ku wan li Îzmîrê saziyek bi navê Komeleya Şanoyên Îzmîrê ava kirine û dixwazin hemû komên şano di binê vê sîwanê de li hev bicivînin.

Kûşkû destnîşan kir, di vê serdemê de wê pênaseyên “huner li kolanan”, “huner ji bo gel” û “huner ji bo guhertinê” gelekî derkevin pêş û wê hîn bêhtir xwe bigihînin gel. 

‘Divê jin pêşenga hunerê be‘

Ji kedkarên Şanoya Dûvara Karşi Dîlek Bûlût jî zanî ziman, huner qadeke welê ye ku nêrîn bi rengekî azad lê derdikevin holê û destnîşan kir, ku ji ber vê yekê desthilatdarî yekser êrîşî hunerê dike.

Bûlût bal kişand ser girîngiya cihê jinê di nava hunerê de û got, “Jin dikarin bi rê û rêbazekê xwe îfade bikin. Lê belê hin her tim li cihekî tên girtin û derfetên xwe gelekî kêm in. Ji ber vê yekê, cihê jinê yê di nava hunerê de bi dîtina min gelekî girîng e.” Bûlût ragihand, jin ji bo dengê xwe hîn bêhtir bide bihîstin, divê ji mêr zêdetir tevlî hunerê bibin.

‘Her qedexe hunera xwe diafirîne‘

Kedkarekî din ê vê civatê Oktay Dalli jî da xuyakirin, ku hewl tê dayîn serdestî li ser hunerê bê kirin û got, “Şano, muzîk û huner tirsa dilê serdestan e. Ji bo tirsa wan di serdemeke bi vî rengî de zêde bikin, em ê bikevin nava hewldanan. Demên ku zext û sansur lê zêde dibin, di heman demê de demên ku berxwedan û huner lê xurt dibin e. Em jî hewl didin bi rêya şano têkoşînê xurtir bikin.


OZGUR AYDIN / ANF / ÎZMÎR