KFW wê ji bo sê rojan dawiya Tebaxê li Hewlêrê bi rê ve biçe. Koleksiyonên 35 modelîstan wê ji aliyê 80 modelî ve bên pêşandan. Di vê rewşa krîzê û bazareke xwe nasipêre hilberînê de, yekane aliyê wê yê baş, teşwîqkirina cilûbergên Kurdî ye.

Li Başûrê Kurdistanê amadekarî tên kirin ji bo yekemîn Hefteya Modeyê ya Kurdistanê bi navê fermî Kurdistan Fashion Week (KFW). Çalakiyên heftetê wê dawiya Tebaxê û destpêka Îlonê bi rê ve biçin. Armanca organîzatoran ew e ku modelîst, model û miştiriyan bînin cem hev û tevî modeya modern cilûbergên ji rêûresmê jî derxin pêş. Bi her halî di rewşeke krîza aborî de ku mûçeyên karmendan bi rêkûpêk nayê dayîn, bazar xwe nasipêre hilberînê, yek aliyê bi temamî bê minaqeşe erênî yê vê organîzasyonê diyar e; teşwîqkirina dîzaynkirin û lixwekirina cilûbergên Kurdî.

Organîzatorên KFW´yê li ser malpera xwe û hesabên xwe yên medya civakî da zanîn ku heta niha 6 hezar kesan xwe qeyd kiriye da ku beşdarî van çalakiyên modeyê bibin. Ew di heman demê de dibêjin, çav li rê ye ku bi giştî 35 modelîstên Kurd û biyanî koleksiyonên xwe di van çalakiyên modeyê de pêşan bidin bi defîleyên cihê.

Dilbijîna modelbûnê

Tişta ecêb jî ew e ku pirraniya kesên wê beşdar bibin model in. Darbaz Younis ku ew kes e ku  di projeya KFW´yê de diyarker e, dibêje, ji 6 hezar beşdaran, 4 hezar model in. Yên mayî jî modelîst û dildarên dixwazin di organîzasyonê de alîkar bin.

Ji van 4 hezar kesan 80 wê bên neqandin ji bo ku marka û dîzaynên modelîst û stîlîstan li ser dika defîleyê pêşan bidin. Ev hejmar jî heger mirov wisa qebûl bike ku pirraniya van kesên ji bo modeliyê xwe qeydkirî, ji Kurdistanê ne, pirsgirêkeke cidî ya ciwanan nîşan dide: Gelek ciwan dilê xwe dibijînin modelan û dixwazin bibin model, tevî ku li welatên rewşa wan a aborî û civakî herî baş jî, rêjeya modelan di nava pîşeyan de ji yên herî kêm e.

Hasil, hin modelên navdar jî li gorî organîzatoran ji welatên biyanî hatine vexwendin.

35 modelîst û 80 model tên neqandin

Herman Zero ku di hilbijartina modelîstan de biryardanê bi rê ve dibe jî dibêje, gelek modelîstan miracaet kiriye, wan ji van 35 neqandine ku pirraniya wan Kurd in. Wekî din jî Îran û Tirkiyeyê jî wê modelîst koleksiyonên pêşan bidin.

Wekî din, modelîst amadekariyê dikin ji bo çêkirina cilûbergên Kurdî yên rojane û yên cejnan. Wan her wiha ji modelîstan xwestiye ku materyalên li Kurdistanê peyde dibin ji bo modelên xwe bi kar bînin.

Dîwa Horîn jî modelîsteke ciwan a ji Silêmanî ye ku wê di projeyê de cihê xwe bigire. Ew dibêje, ji zarokatiya xwe ve wê cilûbergên xwe û dayika xwe ji nû ve ji bo bêkên xwe yên lîstok didirûtin û wiha dewam dike: “Ji xewnên min bû ku platformek hebe, ez lê dîzaynên xwe pêşan bidim. Kurdistan Fashion Week wê vê derfetê bide min û xeyala min bi cih bê.”

Novîn Berwarî jî modelîsteke din e ku ji Dihokê ye. Ew niha Dewletên yekbûyî yên Emerîkayê dijî. Wê koleksiyoneke bi navê Freedom (Azadî) amade kiriye ku ji T-shirt û şalwaran pêk tê.

Kî wê sponsor bike 300 hezar dolar wê ji ku bên?

Li vê organîzasyonê çav li rê ye 300 hezar dolar pere biçin. Ka organîzator wê vî pereyî çawa peyde bikin û xwe bavên kîjan sponsoran em nizanin.

Bi temamî weke sektoreke ku bêhtir berê xwe dide çînên civakî yên nirxên hilberîna civakî desteserkirî, di warê nirxandina wê de gelek rexne hebin jî, mirov ji xwe dipirse, gelo bi teşwîqkirina cilûbergên Kurdî û çêkirina modeyeke nû ya cilûbergên Kurdî, ev organîzasyonên bi vî rengî wê bi kêra civakê temamî bên yan na.

Li aliyê din li devereke ku di warê hilberînê de yan ti gav nehatina avêtin, yan jî kêm gav hatine avêtin, gelo sektoreke ku xwe kêm disipêre hilberîneriyê wê bibe xwedî ti xêr û bêr.