Navenda Ragihandinê ya YPG'e di daxuyaniyê de pêş bal kişand ser êrişên çeteyên ser bi kaolîsyona Sûrî ku ENKS jî di nav de ye yên li hemberî taxa Şêx Meqsûd a Helebê û got, ev êriş dewam dikin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, çeteyan ji 7ê Tîrmehê saet 19.00'an heta 8'ê Tirmehê saet 01.00´ê topên cehenemê û hawan avêtine taxa Şêx Meqsûdê û hat gotin, "Çeteyan di heman demê de ji herêma Şara Muxaberat jî êrîş birin ser taxa Şêx Meqsûdê. Hêzên me bersiv dan çeteyan û bi qasî hat zelalkirin 3 çete hatin kuştin." YPG´ê da zanîn ku komên çete ji herêma Seken Şebab û rêya Cendol 8´ê Tîrmehê êrişî taxê kirine û li herêma Seken Şebab YPG´ê maşînekî leşkerî ya çeteyan derb kiriye û 3 çete hatine kuştin.
19 çetetyên DAIŞ´ê hatin kuştin
YPG'ê di dewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî gundekî li başûrrojhilatê Bendava Tişrînê ya li Kobanê ya 7´ê Tîrmehê û got, "Di vî şerî de hêzên me balafirek keşfê ya bi tîpa Drone xistin xwarê. Dîsa maşîneke doçkabarkirî ya çeteyan jî di vî şerî de hat rûxandin.
Di vî şerî de bi qasî hatiye zelalkirin 19 çete hatin kuştin. Hêzên me tevî 11 termên çeteyan dest danîn ser 6 kleş, 1 BKC, 1 roketavêja B7 û gellek cebilxaneya van çekan."
YPG´ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku şervanekî wan ji bo şikandina êrişên çeteyan bi lehengî şer kiriye û jiyana xwe ji dest daye.
Li Eyn Îsa DAIŞ hedimî
Çeteyên DAIŞ'ê pêr êrişî gundên li başûrê Eyn Îsa kirin, û ji hêzên QSD'ê derbeke giran xwarin. Çeteyan 15 cenaze li dû xwe hiştin û reviyan.
Çeteyên DAIŞ'ê 7'ê Tîrmehê êrişî gundên Hebsawî, Qedriye û Indîbat ên 20 kîlometreyan li başûrê bajarokê Eyn Îsa kir. Ev êrişên çeteyan hemû bi bersiva QSD´ê hatin şikandin. Li dû şikandina êrişan, ji çeteyên di şer de hatin kuştin cenazeyê 15 çeteyan ketin destê şervanan.
Li Sigêro 60 çete hatin kuştin
Şervanên YPG’ê êrişeke çeteyan a li dijî bajarokê Sigêro şikandin û herî kêm 60 çete kuştin. Çeteyên DAIŞ’ê doh berê sibehê ji sê aliyan ve êrişî bajarokê Sigêro yê 25 km dûrî bajaroka Eyn Îsa kir. Li vî bajarokê li ser rêya di navbera Kobanê û Girê Spî de hat zanîn ku 60 çete hatine kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN