Sînorên dewletan jî hercihî û hergavî ne, yanî penaberiya Cemşîdî jî û bi balefiran çûnûhatina bêjerê Xeybê jî di tevahiya bêmanedarkirina xwe de wan hişk û stûr li ber çavên xwîneran datînin û xwîner jî hew dizane, wan li ku bi cih bike
Xurşîd Mîrzengî di teswîrkirinê de xwe diêşîne û hewl dide qalibên Kurmanciyê xweş bi kar bîne, lê gava ku mesele dibin diyalogên siyasî, weke ku celtê bixwe, zimanê wî diguhere, rewanî pê re namîne
Luqman GULDIVÊ
Sînor jixwe hercihî û hergavî (omnipresent) ye, lê di romana Kurdî de û xasma ya Kurmanciyê de hercihîtir û herdemîtir e, heta manedartir û bêmanetir e. Gava Cemşîd Xan ê apê bêjer di romana "Apê min Cemşîd xan ku bê hertim ew li ber xwe dibir" de, bi ber bê dikeve li jor di ser hema hema hemû sînorên di nava Kurdistanê re, sînorên hişk pêşî nerm, piştre sist dibin û di dawiyê de jî ji tevahiya maneyên beraqil tê şûştin. Bextiyar Elî li şûna zelalî, diyarî û hişkiya sînor, deraqilî û dûraqiliya wî li jêr li bin me beloq dike; û romana wî weke encama gotareke wêjeyê ne yên ku ew xet kişandine, lê yên ku ew xet di nava bedena wan re diçin, gunehbar dike. Pê re jî maneyeke nû, ya giran bi jimaneyênberêşûştinê li sînor û tixûban bar dike.*
Ev hewldanek e, belkî xwe lê ceribandinek e û bi ti awayî ne tenê Bextiyar Elî vê dike. Di Xeyba** Şener Ozmenî de em hewldaneke bêmanekirina sînor a ji vê û wêde jî dibînin: Sînor tê bêmanekirin û tinekirin lê di vê tinekirinê de jinûveavakirineke xurt bi rêya firehkirina mekanê sînor di navbera xeyal û rastiyê de heye û ev jinûveavakirin jî ya sînorekî ye ku ji yê behsa wan dike û wêde mucered e, lê di heman demê de ji wan û wêde wêrek, hişk û hestem e. Helbet ev herdu mînak çaxê bi sînor dadikevin, bi gotareke wêjeyî lomeyan li sînor digirin, sînorê di nava xwe de û algoriya sînorên di nava Kurdistanê de jî xwe li herderî didin der. Sînorên dewletan jî hercihî û hergavî ne, yanî penaberiya Cemşîdî jî û bi balefiran çûnûhatina bêjerê Xeybê jî di tevahiya bêmanedarkirina xwe de wan hişk û stûr li ber çavên xwîneran datînin û xwîner jî hew dizane, wan li ku bi cih bike; di wê sergêjiyê de jî em wan sînoran datînin cem sînorên tecrûbeyên xwe û wan yan dişibînin hev yan jî ji hev wan sil dikin.
Lê gotara li ser sînor bi navê sînor jî di romana Kurdî de heye; beriya çendekê ji wî aliyê sînorekî gelekî zexm romanek bi navê "sînor"*** hat nivîsîn û derçû; Menaf Osman ê ku bi kurteçîrokên xwe ji hepsê li wêjeya Kurmanciyê weke rengîniyekê zêde bû, xwe par li romana sînor ceriband û bi vênevê jî wî "sînor"a**** Xurşîd Mîrzengî anî bîra min û gelek xwendekarên din ên Kurmanciyê. Yanî piştî bi 14 salan Menaf Osman em birin heman sînorî, rêwîtiyê li heman bajarî yanî Qamişloyê dest pê kir, û pirraniya herdu romanan jî di nava roj û şeva lêxistina sînorî de bihurî.
Li hin cihên van herdu romanan, mirov êdî bawer dikir, heman romanê bi du zimanên cihê dixwîne. Jixwe, bêjerê herdu romanan jî bi awayekî eşkere nîşan didan ku romannûs beramberî qehremanên romanê yên sereke xwedî empatiyeke ji hedan û wêde ne. Ev jî mirov dikare bi hêsanî wisa terîf bike, herdu romannûs jî xwedî tecrûbeyeke rastî ne ku elaqeya xwe bi serpêhatiyên karakterên wan re hene û ji ber wê jî ez ya xwe eşkere bibêjim, ji wan nehatiye ku mesafeyekê di navbera xwe û çîroka xwe ya sêwirandî de daynin. Yanî wan nekariye sînorekî di navbera xwe û xeyala xwe ya romanê de serketî daynin.
Li dijî sînorekî gelek sînor
Ha ev serneketîbûn, illeh romanê qels nake; lê illeh qelsnekirin jî delîvekê ji qelsbûnê re vekirî dihêle ku mirov dikare ji bo herdu romanan jî bibêje. Ez ê seresere behsa romana sînor a Menaf Osman bikim û paşê li ya sînorê Xurşîd Mîrzengî vegerim. Menaf Osman komeke endamên PKK´ê ku ji bo şerê gerîlayiyê wê derbasî bakurê Kurdistanê bibin, bi şitexalî û galgalên ji Kurmanciya wî ya kurteçîrokên wî dûr û hinekî jî ji ber vê tehmsar, li Qamişloyê dibe û tîne, heta ku bi haziriyên berêkirî yîn cidî wan derbasî aliyê din bike. Sînorê di navbera Nisêbîn û Qamişloyê de û xasma sînorê di navbera deştê û çiyayê rizgarker de her li pêşiya xwîner e. Qaçaxçî, bawerî bihevanîn, tirsa ji xiyanetê jî ji hêmanên sereke yên dialogên di romanê de ne. Li vir hêja ye mirov bibêje, wî sînorên ecêb ên ku belkî xwe disipêrin tecrûbeyên nivîskarî bi xwe jî bi israr ji nû ve ava kirine. Û heta nivîskarî ev kiriye bi awayekî eşkere bi armanca tinekirina van sînoran bi xwe. Em behsa sînorên di navbera civakên zimanî û civakê sosyalîzasyonên cihê de dikin ku hemû li dora "doza Kurdistanê" gihiştine hev. Yekî Zaza, yekî Soran di nav Kurmancên mayî de timî jî bi van xisletên xwe yên zimanî û civakî di diyalogan de hene û heta bi mirov hiseke wisa çêdibe, weke ku nivîskar bi awayekî eklektîk ji bo bicihanîna vê armanca xwe wî bi vî rengî ew di romana xwe de bicihkirin.
Ji vê gotina dawî em berê xwe bidin romana sînor a Xurşîd Mîrzengî; wî jî sînorên sosyalîzasyonên cihê bi israr û hişk ji nû ve ava kirine, lê ew sînorên zimanî yên di navbera karakterên Menaf Osman de li cem wî nînin. Li şûna wê Rizgo, ku "şoreşgerekî ji Diyarbekirê" ye, lazim û ne lazim, li her cihî pêşî dibêje ew ji Diyarbekirê ye û paşê jî illeh aliyê wî yê çînî ku mamostetiyê ji xelkê re bike derdikeve pêş. Ew rewşenbîreke ku li her devera diçiyê fêr dike, weke mekîneyeke dîdaktîkê ye. Axir sînor, qaçaxçî, têl, mayînên çandî, esker, panzêr şererekî dûvdirêj, gumanên cihê yên di dema xwe li sînorî xistinê û xwe gihandina çiyê û gundan de, di vê romanê de jî pişta sereke ya sêwirandinê ne. Xurşîd Mîrzengî ji bilî çend şaşiyên bi navkirin û aliyan ên piçûk diyar e ku deverê pirr baş nas dike, nexasim jî Nisêbînê û gundên wê yên çolê û palên çiyê. Menaf Osman di vir de ewqasî xurt nîne, lê ew jî gava behsa Qamişlo dike bi heman jêhatîbûnî îsbat dike ku ew mekanê behsa wî dike baş nas dike. Sînorên Xurşîd Mîrzengî di navbera esker û Kurdan de, di navbera Kurmancên gund û yên bajarî de, di navbera Mehelmî û Kurmancan de, di navbera feqîr û dewlemendan de ha ha xwe li nav dev û guhê mirov didin. Heta klîşeyên bi kar tîne û ji Mehelmiyan avakirina dijminekî kategorîk yê hevkarê dewleta Tirk pir zoq dibe. Wekî din Xurşîd Mîrzengî karakterên ji artêşa Tirkan jî di romana xwe de kurt jî be û bi gelek klîşeyan jî be bi cih kirine ku ev jî li cem Menaf Osman nîne. Xemeke mezin a Xurşîd Mîrzengî heye ku êşkenceya li xelkê hatî kirin jî nîşan bide û em vê xemê jî li cem Menaf Osman nabînin.
Sînor û mirin
Di herdu romana de jî endîşeya behskirina "doza Kurdistanê", aqildayîn û bîrewerkirinê weke xema sereke diyar e. Çawa min gotî ez ê bi bikaranîna ziman, meseleya redaktenekirinê ku cihê rexnekirinê ye, li vir danekevim, lê behsa du zimanên Xurşîd Mîrzengî jî nekim, wê kêm bimîne. Xurşîd Mîrzengî di teswîrkirinê de xwe diêşîne û hewl dide qalibên Kurmanciyê xweş bi kar bîne, lê gava ku mesele dibin diyalogên siyasî, weke ku celtê bixwe, zimanê wî diguhere, rewanî pê re namîne: "... Hûn jî dizanin em ji vê cuntaya leşgerî re, ´Cûntaya Faşîst´ dibêjin. Dema meriv li hatina vê Cûntayê hûr dibe, ev cûnta ji bona çepên tirkan, qaşo ´anarşî´ nehatiye ser mîrî. Bi dev dibêjin: ´em ji bona anarşî û terorîzmê hatine.´ Lê rastî ne wisa ye. ... Mexsed û merama tirkan hişyarbûna li Kurdistanê, tirsa wan a mezin, xortên kurd in. ..." (197-198)
Erê ji bo wî xortên Kurd in, jixwe jinê weke aktorekê di romanê de hîç cih negirtiye. Menaf Osman bi xwe di nava karakterên sereke de cihekî fireh daye aktorbûna jinê û belkî jî ev herdu romanên bi heman navî û li heman sînorî û bi seyreke bûyeran ya ecêb dişibe hev, herî zêde jî bi awira li dinyayê ya herdu nivîskaran ji hev cihê dibin.
Belkî ne roman be, lê ez ê gotinên dawî ji çîroka Jiyar Cihanferd a bi navê "Diyariya mêjî, şerrên hertimî ne"***** bihêlim, bila ew li şûna min bi bêjerê çîroka xwe maneya sereke ya sînor ya di van herdu romana de xwîner herî zêde hîs dike bide gotin; û ew jî hevmanebûna sînor û mirinê yan jî qet nebe tirs û endîşeya mirinê ne: "Tevî baranê jî me karê xwe meşand. Gava ku ez û Sefer bi hev re ji masîkomkirinê hatin, şopek ji wî nebû!! Winda bûbû. Gava ku em li wî geriyan, me dît ku lehî carinan wî dibe bin avê û carinan jî tîne ser avê. Cenazeyê wî yê sar, sartir ji ava çemî, ji sînor derbas bû."
* Bextiyar Elî. Apê min Cemşîd xan ku bê hertim ew li ber xwe dibir, 2015 Stenbol
** Şener Ozmen. Xeyb, 2017 Amed
*** Menaf Osman. Sînor, 2018 Enqere
**** Xurşîd Mîrzengî. Sînor, 2005 Stenbol
***** Ji wergera ku nivîskarê çîrokê gihandî min a bi Kurmancî ye.