Kovara Der Spiegel: Li vê herêmê divê Kurdên ku tevî DYE´yê şerê rêxistina terorê DAIŞ´ê kirin, hem ji Tirkiyeyê û hem jî ji destwerdan û êrişa rejîma Esed bên parastin.

Kovara heftane ya Elman, Der Spiegelê nûçeyek belav kir û pê îdîa kir ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) zorê li Berlînê dikin da ku desteka eskerî bide “Herêmeke Parastinê” ya muhtemel a li Sûriyê. Li gorî kovar disipêre çavkaniyên xwe, ji bo vê yekê dibe ku wezîfeya Artêşa Elman a li Urdunê bê dirêjkirin, lê mijar bi her halî mijareke bi arîşe ye ji bo Elmanyayê.

Matthias Gebauer û Christoph Schult nûçe ji kovarê re beriya serdana îro ya Wezîrê Karên Derve Mike Pompeo amade kirine. Li gorî wan hem ji bo serokwezîr Merkel û hem jî ji bo wezêîrê karên derve Maas, ji ber lihevnekirinên pirralî, lihevkirineke li ser vê mijarê wê bi xêr be. Ji bo “Herêma Parastinê” ku DYE dixwazin li Bakurê Sûrî ava bikin, nûçe dibêje, “Li vê herêmê divê Kurdên ku tevî DYE´yê şerê rêxistina terorê DAIŞ´ê kirin, hem ji Tirkiyeyê û hem jî ji destwerdan û êrişa rejîma Esed bên parastin. Di hevdîtinên veşartî de, li gorî agahiyîn bi dest Spiegelê ketî, ji niha ve Hikûmeta Federal (a Elman) nîşanên wê yekê dane ku ew amade ye eskerî beşdarî ewlekirina Herêma Parastinê bibe. Ji bo vê jî, Berlînê pêşniyazî Washingtonê kir ku wezîfeya Artêşa Federal (a Elman) li Urdunê dirêj bike.”

Ev wezîfe Çiriya Pêşî ya bê bi dawî dibe. Dîsa li gorî nûçeyê Wezîrê Parastinê yê DYE´yê Patrick Shanahan ev mijara Herêma Parastinê ji Sibata bihurî ve ji Elmanya û hêzên sereke yên Koalîsyona li dijî DAIŞ´ê re gotiye, û ji hingê ve li pişta kulîsan jî daxwaza beşdarbûnê li Elmanyayê kiriye.

Berlîn dixwaze destekê bide DYE´yê

Der Spiegel îdîa dike ku li Munchenê Shanahan têra xwe zelal gotiye piştî şerî, ew dixwazin herêmeke parastinê ava bikin ku divê Ewrûpî beşdarî bibin û armanca vê herêmê jî pêşîgirtina li êrişên Tirkiye û rejîma Esed e. Agahiya nû ya ji hikûmeta Elman ku Der Spiegel gihîştiyê ew e ku ku Elmanya berê gelek caran li ber DYE´yê rabûye û vê carê naxwaze li ber rabe: “Ji ber wê jî Hikûmeta Federal xwe li ser diyalogeke avaker a bi Washingtonê re diwestîne.  Da ku careke din weke frenkerekî îş nekin, serokwezaretî, wezareta karên derve û wezareta parastinê hemfikr in ku di pirsa Sûriyê de divê li nav guhê DYE´yê nekevin. Ji bo hikûmetê şandina eskeran di warê siyasî de ne mumkin e. Lê fikra pêşniyaza piştgiriya hêzeke parastinê ya muhtemel ji hewayê ve derketiye holê. Ji bo vê jî hem materyel û hem jî di warî lojîstîkê de Urdun hazir e.”

CDU erê dike SPD xwe tahl dike

Lê mesele li vir wê bibe ew ku SPD´ê ji ber bidawîbûna şerê ji hewayê yê li dijî DAIŞ´ê, wê doza bi dawîkirina wezîfeya li Urdunê bike. Jixwe di dengdana dawî ya bo dirêjkirina mohleta wezîfeyê bi zor di meclîsê de pirranî hatibû bidestxistin. CDU bixwe bi awayekî erênî li daxwaza Emerîka dinihêre, ka wê tesîra serdana îro li her du aliyên hikûmetê SPD´ê û CDU´yê bibe, wê piştî serdanê zelaltir bibe, jixwe, Der Spiegel di nûçeya xwe de bi vê mijarê hîç danakeve. 

 

 BERLÎN