Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) pêr, li başûrrojavayê bajarokê Holê operason dan destpêkirin. Li gorî nûçegihanên ANHA’yê ji herêmê ragihandine şervanên QSD’ê di encama van operasyonan da gundên Meştel, Mişwarê, Um Hecere û Um Hecere El –Hezîn ji çeteyan hate paqijkirin. Dîsa di encama van operasyonan da li gundên Meştel û Mişwarê 14 çete hatin kuştin û ji van 4 cenaze ket destê hêzên QSD’ê
Ceyîş El-Siwar pêşve diçe
Şervanên Ceyîş El-Siwar ên di bin sîwaneya hêzên QSD’ê de ye jî gundê Kefer Nasih çeteyan rizgar kir. Li gorî agahiyên ku nûçegihanênên ANHA’yê ji herêmê wergirtine, şervanên Ceyîş El-Siwar, pêr derengiya şevê piştî şer û pevçûnên dijwar ên bi çeteyên El-Nusra û Eharar El-Şam re, gundê Kefer Nasihê yê li başûrê bajarokê Til Rifat rizgar kirin.
Xwestin êrîşî Kobanê bikin
Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêmê ragihandine, komeke çeteyên DAIŞ’ê pêr şev di saet 12.00’an de, hewl dan ku bi riya keştiyên biçûk di ser ava Çemê Firatê re, ji bajarê Cerablusê derbasî rojavayê Kobanê bibin û êrîşî gundê Nasriyê yê ku 35 kîlometreyan li rojavayê Kobanê bikin.
Şervanên Ehrar Cerablus ya di bin sîwaneya hêzên QSD’ê de ye, hewldana çeteyan ferq kirin û bi çekên giran çûn ser çeteyan. Çete neçar man ku paşve bikşînin û ji herêmê birvevin.
Li rojhilatê Silûkê pevçûn
Çeteyên DAIŞ’ê, êrîşî rojhilatê bajarokê Silûkê kirin. Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêmê ragihandine, komeke çeteyan , doh di saet 04.00’ê sibehê de, li rojhilatê bajarokê Silûkê yê ku 20 kîlometreyan li rojhilatê Girê Spî dikeve, êrîş pêk anîn. Şervanên YPG’ê tevgera çeteyan a li herêmê ferq kirin û ew ji çar aliyan ve, dorpêç kirin. Di encama pevçûn rûdan da 6 çete hatin kuştin. Hate ragihandin ku şervanên YPG’ê li herêmê operason dan destpêkirin.
Li Şêxmeqsûdê 23 kes birîndar bûn
Êrîşên çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam yên li hemberî taxa Şêxmeqsûd a Helebê, dewam dikin. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, pêr ji ber topbarana çeteyan de, 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 23 kes jî birîndar bûn. Welatiyan kesên birîndar rakirin, navendên tenduristiyê yên taxê. Birînên hin kesan giran e. Di encama topbaranê de her wiha gelek ziyanên madî gihiştin malên welatiyan û mizgeftên li taxê.
NAVENDA NÛÇEYAN
Êrîşî Efrîn û Ezazê kir
Dewleta Tirk daxwaza konseya ewlekariyê ya sekinandinandina êrîşan bin pê kir û dîsa Efrîn û Ezazê dan ber topban.
Hêzên Artêşa Tirk pêr şev du hawanavêjin din anîn û li qereqola Akçakale ya bajarê Kilîsê bi cih kirin. Hêzên Artêşa Tirk ew hawanavêj ji bo ku dezgehên çapemeniyê yên ku topbaranê dişopînin, nebînin, di nava daran de, veşartin.
Topên ku hatin avêtin, gund û Balafirgeha Minix a leşkerî û gundê Malikiyê hedef girtin.
Ji aliyekî din ve dewleta Tirk hêzên xwe li ser sînorê Kantona Efrînê zêde kirin. Hêzên dewletê 10 tankên nû û gelek erebeyên zirxî anîn li herêma sînor a li hemberî navçeya Cindrêsê bicih kirin. Her wiha ji aliyekî ve jî avakirina dîwarê şermê jî li vê derverê didomîne.
ANHA/EFRÎN