Parlamentoya Herêma Kurdistanê îro bi rûniştineke taybet ji bo naskirina 3’ê Tebaxê weke Roja Komkujiya Êzîdiyan civiya. Di rûniştina parlamenê de li ser çend biryaran guftûgo hatin kirin û tê payîn ku roja şemiyê dengdan li ser wan biryaran were kirin. Ji bilî naskirina roja 3’ê Tebaxê wek roja Komkujiya Êzîdiyan, parlamenê ti tanzîmatek ji bo Şengalê nexist stûyê Herêma Kurdistanê û got, divê Bexda tezmînata Kurdên Êzîdî bide.

Parlamena Herêma Kurdistanê doh taybet li ser biryara naskirina 3’ê Tebaxa sala 2014’an wek Roja Komkujiya Êzîdiyan bi hikmê madeya 87, 88 û 89’an ên rêziknameya nava parlmena Herêma Kurdistanê civiya û bi derxistina çend biryaram rûniştin bi dawî bû.

Rûniştina doh taybet bû ji bo naskirina komkujiya Êzîdiyan. Di rûniştinê de roja 3’ê  Tebaxa sala 2014’an wek Roja Komkujiya Êzîdiyan hate qebûlkirin.

Herwiha di rûniştina parlamenê de 5 biryarên girêdayî naskirina komkujiya Êzîdiyan hatin guftûgokirin. Şemiya bê (sibe) wê dengdan li ser van biryaran were kirin.

Li ser mijara qerebûkirina (tezmînata) xelkê Şengalê jî Parlamena Herêma Kurdistan di nava yek ji biryaran de dibêje, divê desthilata destûrî ya Komara Iraqa Federal berpirsyariya qerebûkirina maf û îmtiyazên qurbaniyan û avakirinê bixe stûyê xwe.

 ROJNEWS/HEWLÊR