Îbrahîm diyar kir ku li tevahî Rojavayê Kurdistanê dê herî kêm 300 girtî ji vê efûyê zûd werbigirin, lê ev yek bi yek carê pêk nayê, ji ber ku Asayîş, Dadgeha Gel û Dîwana Dadê bi hev re xebatên xwe dimeşînin. Di heman demê de dê her dozeke girtiyekî bê nirxandin û malbat jî dê were agahdarkirin û wiha axaftina xwe dom kir: “Emê di demek kurt de hemû girtiyên di kevin ber Efûyê serbest berdin.” Îbrahîm di dawiyê de diyar kir ku hemû hêzên wan ên li bajaran dê bi vê erka xwe rabin.
QAMIŞLO