Çetin, destnîşan kir ku xwendevanên pirtûkan ji Weşanxaneya Aramê gelek tişt dipên û dixwazin pirtûkên wan erzan bin. Çetîn, da zanîn ku xwendekarên Aramê ji wan dixwazin ku li Edeneyê jî şaxekê vekin û karibin bi hêsanî pirtûkan bistînin. Çetin, destnîşan kir ku di nava pirtûkên wan de herî zêde pirtuka bi navê "Bogurtlen Zamani" eleqe dît û hat firotin. Dîsa pirtûka Brêz Abdullah Ocalan zêde hat pirsîn. Lê ji ber pirsgirêkên zagonî me nikarîbû li ser standê pirtûkê dînin. Daxwaza pirtûkên Brêz Ocalan pir zêde bûn. Herî zêde pirtûka Ocalan hat xwestin. Lê ji ber ku me nikaribû li ser stantê bifiroşin me cih neda."
Rola çapemeniyê û weşanê
Çetîn, anî ziman ku aştiyek pêk bê û şer bi dawî bibe hêza Kurdan a nivisandin û wêjeye pir zêde ye. Çetîn, da zanîn ku ger şer bi dawî bibe dê dengê çekê qut bibe û pênûs bi axive û wiha got: "Di vê pêvajoyê de rola li ser çapemeniyê û weşanê gelek zêde ye. Divê êdi pirtûk bi Kurdî û Tirkî bi hevre bên çapkirin. Ji bo xizmeta zimanê zikmakî û xwendina Kurdî bê kirin divê pirtûk êdî bi 2 zimanan bê çapkirin. Gelek çîrok, serpêhatî û rastiyê jiyanê yên li Kurdistanê ku divê bên nivîsandin hene. Dive êdî ev yek bên nivîsandin û çapkirin."
Çetîn xwest êdî rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundemê mehê carekê pêveka pirtûkan çap bike û ev yek dê xizmetê ji pêvajoyê re bike. Çetîn, da zanîn ku dê di meha Sibatê de li Antalya, Adarê de li Bursa, di nîsanê de li Îzmîrê û di Gulanê de li Amedê bin.
METÎN ÎNAN / DÎHA/EDENE